Li navendên vegerê çi dibe? (1)
- 09:04 27 Çile 2025
- Dosya
Jinên penaber îdiayên destdirêjî, tehdîdê vedibêjin
Derya Ren
RIHA - Li Navendên Vegerandinê yên Haran û Rihayê îdiayên destdirêjiya li hember jinên penaber zêde dibin. Li van navendên ku rayedar bêdeng dimînin, jin diyar dikin ku li hember destdirêjiyê zor li wan tên kirin ku ewraqên xwe temam bikin.
Roj bi roj pirsgirêkên penaberan ên li Tirkiyeyê giran dibin. Binpêkirinên mafan ên ku ji ber polîtîkayên neteweperest, olî, monîst û nîjadperest ên hikûmetê tên meşandin her diçe zêde dibin. Pirsgirêkên li Navendên Şûnde Şandin û Starbûna Demkî tên jiyîn ji aliyê rayedaran ve tên veşartin. Li van navendan jin bi destdirêjî, îşkence û binpêkirinan re tên rû hev.
Di vê beşa ewil a dosya xwe de jinên li Navenda Vegerandinê ya Riha û navenda Starbûnê ya Demkî ya Harranê man de zextên li ser wan vegotin.
Li Navenda Starbûna Demkî ya Haranê îdiayên destdirêjiyê
Tê îdiakirin ku li Navenda Starbûnê ya Demkî ya Harranê cigirê midûr ku paşnavê wî nehat hînbûn yê bi navê Omer her tim destdirêjiyê li jinan dike. Cigirê midûr yê bi navê S.K jî bi soza ‘ez ê ewraqên we temam bikim’ destdirêjiyê li jinan dike.
Di hinek dîmenên hatine bidestxistin de hat îdiakirin ku cigirê midûr Omer, di konteynirê de destdirêjî li jinekê kiriye. Ji ber van dîmenen Omer ji kar hatiye dûrxistin lê der barê ku ji kar hatiye avêtin an na de agahiyek teqez tuneye.
Hate hînbûn ku S.K.yê ku di heman demê de cîgirê midûr bû, tevî van hemû îdiayan ji bo cîgirê midûrê Navenda Vegerê ya Rihayê hat tayînkirin. Lê belê tê îdiakirin ku S.K li Navenda Vegerandina Rihayê ya ku lê dixebitî jî tacîz li jinan kiriye û bi zorê destdirêjî li jinan kiriye.
Der barê mijarê de em li Navenda Vegerandinê ya Rihayê geriyan û me ev îdia pirsîn. Rayedaran gotin ‘em di vê mijarê de agahiyê nadin.”
Der barê gilîkirin û pêvajoya hiqûqî de nezelalî
Der barê tiştên hatin jiyîn de agahiyeke ku hewldana gilîkirinê heye an na, tuneye. Nayê zanîn ku rayedaran ev îdia lêpirsîn kirine an na.
‘Em şandin 4 navendên cuda yên vegerandinê’
K.E ya ji JINNEWS’ê re axivî da zanîn ku bi dayik, xwişk û bira û zarokê xwe re li Îzmîrê dijî û tiştên jiyaye wiha vegot: “Ji ber ku belge tune bûn, em birin Navenda Vegerê ya Kilîsê. Ez, xwîşkên min û zarokê min hiştin, lê diya min bi îdiaya endamtiya rêxistina terorê nehiştin. Ji ber vê yekê ez bi diya xwe re mam, xwişk û birayên xwe û zarokê min ji Navenda Vegerê derketin. Piştre em şandin Navenda Vegerandina Edeneyê. Li wir ji me re gotin 'Eger hûn şevekê bi min re razin ez ê belgeyên we temam bikim.' Ji ber ku min ev pêşniyar red kir, belgeyên me qet nehatin temamkirin. Ji ber sedemên ewlehiyê em şandin navenda vegerê ya li Belkîsê (Nîzîp). Wan em anîn Navenda Vegerandina Harranê ji ber ku li wir şewat derket."
‘Ji ber me daxwaz qebûl nekir em salekê man’
K.E da zanîn ku piştî birine Navenda Starbûna Demkî ya Harranê destdirêjî zêde bûye û wiha domand: “Omerê ku paşnavê wî nizanim, hemû jinên li wir tacîz dikir. Di berdêla temamkirina belgeyên min de jî teklîf ji min re kir. Her wiha S.K. jî pêşniyarên bi vî rengî kirin. S.K. û belgeyên jinên ku ji aliyê Ömer ve rastî tacîz û tecawizê hatin hatin lezandin û ev kes dikarin ji navendê derkevin. Ji ber ku me pêşniyara wan qebûl nekir, nêzî salekê em li wir man. Lêbelê, me karî piştî salekê ji Navenda Starbûna Demkî ya Harranê derkevin. Her tim hewl didan me bi darê zorê bişînin Sûriyeyê.”
‘Destdirêjî didome’
K.E daxuyakirin ku navend ji girtîgehê cudatir nîne û wiha dirêjî dayê: “Tişta ku em li wir jiyan ne normal bû. Ji xwarinê heta vexwarinê, ji zilmê heta tacîzê em di şert û mercên ji zindanê xerabtir de dijîn. Dema wêneyên Omer ji aliyê kesekî ve hatin weşandin, Omer ji kar hat avêtin. Lê belê tiştek bi S.K nehat. S.K. hîn jî tacizkirinê didomîne.”
‘Kes tiştekî nake’
K.E da zanîn ku Kanûna 2024’an de penaberek nexweş dikeve û wiha vegot: “Penaberê nexweş nebirin cem doktor û ji ber ku doktor dereng hat mir. Piştre jî penaberên li Navenda Çêkirina Demkî dimînin bertekên xwe nîşan dan û çend saetan cenaze nedan. Kesên nexweş naşînin nexweşxanê, tacîz li jinan dikin, ciwan tên îşkencekirin. Lê kes tiştekî nake. Ti tedbîr nayên girtin.”
‘Beramberê destdirêjiyê ewraq’
Penabereke din E.N da zanîn ku sê salan li Navenda Vegerê maye û wiha got: “Ez di 20'ê Çileyê de ji bo ku belgeya nasnameyê ya demkî bigirim çûm Navenda Vegerê ya Rihayê. Wan ez arasteyî S.K. kir. Lê belê S.K. Ji min re got, 'Eger tu şevekê bi min re derbas bikî, ez ê belgeya nasnameya te derxim.' Dema min got tiştekî wiha ne pêkan e got, wê demê hûn ê demeke dirêj li benda nasnameyê bisekinin. Dema ku hûn tacîz û destavêtina wan qebûl bikin, kaxez tavilê temam dibe.”