11 sal berê Kobanê îro jî berxwedana Tişrînê

  • 09:06 27 Çile 2025
  • Rojane
 
 
RIHA - Dîcle Ehmed ku dema êrişa DAIŞ’ê ya li hember Kobanê de li Kobanê rojnamegerî dikir diyar kir ku berwedana wê rojê hat dayîn îro li Tişrînê tê jiyîn û got: “Çawa Kobanê ji DAIŞ’ê re bû goristan wê Tişrîn jî ji Tirkiye û çeteyên wê re bibe gor. Em şahidiya wê berxwedanê dikin. Em ê vê berxwedanê bi cîhanê bidin bihistin.”
 
Di 2014’an de DAIŞ’ê êrişê Kobanê kir û piştî 134 rojan şûnde bi berxwedanek mezin Kobanê hat azadkirin. Gelê Kurd li her derê Kurdistanê ji bo Kobanê daketin qadan û li dora Kobanê bûn xelek. Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan got ‘Kobanê li ber ketinê ye’. Li dijî vê gotinên jin û gelê Kobanê bi berxwedana nîşan dan mohra xwe li dîrokê dan. 
 
Rojnameger Dîcle Ehmed ku wê demê berxwedana li dijî DAIŞ’ê hat dayîn bi cîhanê da bihistin, îro jî li Tişrînê dibe dengê berxwedanê.
 
Berxwedan xist bin qeydan  
 
Dîcle Ehmed da zanîn ku ew kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tîne û wiha dirêjî dayê: “Her kesên bi ruhê Kobanê li Tişrînê berxwe didin silav dikim. Ez jî ji Kobanê me, dema ku berxwedana Kobanê dest pê kir min rojnamegerî dikir. Dema şer dest pê kir min kameraya xwe girt û çûm eniya şer. Min hewl da berxwedana Şêrwanan a li dijî DAIŞ'ê li wir bi kamerayê tomar bikim.  Ji bilî eniyê min hewl da pêvajoya koçberiya gel jî tomar bikim. Min hewl da nîşan bidim ku gel çawa ji warên xwe koçber bûne û rastî çi êş û azaran hatine. Tişta ku me jiyabû pir cûda bû, min tam dît û tomar kir ku gundên me çawa hatine şewitandin û gel di çi re derbas bûne. Min dît ku Şêrwaniyan çawa bi çekeke asayî li hember çekên barbar û giran ên DAIŞ’ê li ber xwe didin. Şervanan tevî hemû bê derfetiyan nîşanî me dan ku wê Kobanê ji DAIŞ’ê re bibe gor.”
 
Li her kevirê kobanê berxwedan nivîsandiye!
 
Dîcle Ehmed balkişand ser dîmenên di pêvajoya Kobanê de kişandiye û wiha daxuyand: “Min dîmenê ku şêrwanekî ku bi çeka normal li hemberî tankekê têdikoşiya kişand. Ji bilî vê, ji wêneyê kêliya koçkirina  gel ez pir bandor bûm. Ji ber ku gel di nava zehmetiyên mezin de derbas bû. Ji derveyî wê jî dîmenên kêliya rûxandina Kobanê hebûn. Dibe ku mirov bêje ku şervanên YPJ-YPG’ê li Kobanê dîrok nivîsandin, têrê nake. Ji ber ku şervan bi rojan xew neketin, birîndar bûn, birçî û tî man, bêyî baran û heriyê li her derê Kobanê li ber xwe dan. Li ser her kevirê Kobanê dîrokeke mezin a berxwedanê hatiye nivîsandin. Belkî em nikaribin wê dîrokê bi çend hevok û çarçoweyan rave bikin. Di nava şert û mercên gelekî zehmet de me hewl da ku dengê Kobanê bidin bihîstin. Me dît çawa ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê herikîn Kobanê. Bi gotina Fermandar Peyman a 'Em ê nehêlin Kobanê bikeve, em ê bibin mertal' çalakiya fedaî heye. Li aliyê din berxwedana şehîd Zozan û Şehîd Erîş li rojavayê Kobanê tê meşandin.”
 
Roja ewil Kobanê bi ser ket
 
Dîcle Ehmet di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Kobanê bi gotin û baweriya Fermandar Ebû Leyla ya 'Kobanê wê ji DAIŞ û hevalên wê re bibe gor' bi ser ket. Kobanê ji roja yekem a êrişan ve bi ser ket. Ji ber ku wê rojê her kesî soz dabû ku ew ê li ber xwe bidin. Şervan jî li ser gotina xwe sekinîn û efsaneya berxwedana Kobanê li cîhanê belav bû. Di wê serdemê de me gelek tişt derbas kirin, em weke rojnameger di nava şert û mercên gelekî zehmet de bûn, her sibe me xatir ji hev dixwest. "Me hewl da ku em tevî hejmara kêm û hemû astengiyên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê bibin dengê berxwedanê."
 
'Çawa ku Kobanê ji DAIŞ’ê re bû gor…’ 
 
Dîcle Ehmet balkişan ser tiştên îro li Tişrînê tên jiyîn û di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Hevkarên DAIŞ'ê digotin, 'Kobanê ket, wê bikeve'. Îro careke din dibêje 'Tîşrîn ket, wê bikeve'. Lê berxwedana 2014-2015’an a şerwaniyan îro li Tişrînê tê dayîn. Çawa ku di wê serdemê de ji bo dengê heqîqetê me bi dehan hevalên rojnameger winda kirin, îro jî heman tişt diqewime. Hevalên me yên ku me winda kirine hene ku bibin dengê rastiyê. Şehîd Cîhan û Nazim mînakên herî mezin ên vê yekê ne. Em soz didin hemû hevalên xwe yên şehîd: Em ê her tim bibin dengê heqîqet û berxwedanê. Hevalên me yên rojnameger di êrîşên li ser Tişrînê de birîndar bûn, lê em ê her tim bibin dengê rastiyê. Çawa ku Kobanê ji DAIŞ'ê re bû gor, wê Tişrîn jî ji bo Tirkiye û çeteyên wê bibe gor. Em şahidê wê berxwedanê ne û em ê bidomînin. Em ê vê berxwedanê ji hemû cîhanê re nîşan bidin û ragihînin.”