Li Amedê li dijî qeyûman çalakî:Wê têkoşîna me bidome

  • 19:14 29 Çile 2025
  • Rojane
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya amedê li dijî qeyûmê tayînê şaredariya Sêrtê bûye daxuyanî da û got: “Wê li dijî qeyûm û darbekaran têkoşîna me bidome.”
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bi armanca protestokirina qeyûmê tayînê şaredariya Sêrtê bûye daxuyanî da. Daxyanî li ber AZC Plaza ya taxa Ofîs a navçeya Yenîşehîrê hat dayîn. Nûnerên saziyên pêkhateyên platformê tevli daxuyaniyê bûn û pankara ‘îradeya gel nikare bê xespkirin. Rê ji qeyûman re tuneye’ hat vekirin.
 
‘Pêkanînên darbeyê ne’
 
Berdevkê demî yê platformê Ahmet Baran daxuyanî xwend û da zanîn ku ji hilbijartinên 31’ê Adarê heta niha qeyûm tên tayînkirin û got: “Tayînkirina qeyûman xespe û ya ku hikûmeta AKP’ê dike darbeye. Nav qeyûme lê rastiya ku darbeyê li demorkasiyê dixe naguhere. AKP demek dirêje bi darbeyê welat birêve dibe.”
 
Ahmet Baran daxuyakirin ku demên dawî de di vê pêvajoya ku wek pêvajoya çareseriyê tê meşandinê de qeyûm tÊn tayînkirin û ev jî di samimiyeta hikûmetê de pirsnîşanan diafirîne.  Ahmet Baran got: “Li aliyekî dibêjin aştî li aliyê din pêkanînên dijdemokratîk dimeşînin.  Divê li hember mafê hilbijartinê rêzdarî bê nîşandan.  Ger bi rastî pêvajoyeke aştî û çareseriyê bê meşandin divê beriya her tiştî pêvajoya demokratîk bê parastin û li hember gelan rêzdarî bê nîşandan.”
 
‘Wê têkoşîna me bidome’ 
 
Ahmet Baran wiha dawî lê anî: “Em bang li hemû saziyên mafê mirovan û demokasiyê dikin. Divê li dijî vê nêzîkatiya dijdemokratîk a darbyê dengê xwe bilind bikin. Divê dest ji vê helwestê berdin. Têkoşîna me ya li dijî darbekar û qeyûman wê bidome.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên  “Sêrt ya me ye şaredarî ya me ye” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” bidawî bû.