'Berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar dikin'
- 11:04 30 Çile 2025
- Rojane
Mîdye Mîqted
HELEB - Jinên li Helebê yên bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê dan wiha gotin:"Îro bi sîstema şerê gelê şoreşgerî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna li dijî êrîş û dagirkeriyê mezin kirine. Dema dewleta Tirk êrîşî sivîlan dike dixwaze vê sîstemê têk bibe lê gelê me bi israr e berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar bike."
Êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Komkujî li bajarokê Zerkan a ser bi parêzgeha El-Cezîrê de jî pêk hat, di encamê de maleke yek ji wan malbatan hate armanckirin û di encamê de 3 welatiyên ji malbatekê hatin kuştin û herwiha ziyaneke mezin gihîşt malê. Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li ser sivîlan şermezar kir. Jinên tevli daxuyaniyê bûn axivîn.
'Dewleta Tirk sivîlan dike hedef'
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ferîhe Ehmed êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got:"Em weke Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk daxuyaniyên xwe li dar dixin. Bi armanca ku em bersiva dewlet û dagirkeran bidin em li berxwe didin. Dewleta Tirk êrîşên xwe bi dijwarî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bendava Tişrîn û gundewarên bajarê Kobanê dide dewamkirin, em bi tundî van êrîşan şermezar dikin."
'Dagirkerî hewl dide derbeyê li berxwdanê bixe'
Di domdariya axaftina xwe de Ferîhe Ehmed wiha derbarê armanca dewleta Tirk a êrîşan axiî:"Îro dewleta Tirk bi van êrîşên xwe yekser sivîlan dike hedefa xwe. Armanca dewleta tirk a sereke ew e ku xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Di heman demê de hewl dide ku bendava Tişrînê bixe bin kontrola xwe. Her wiha daxwaz dike ku berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Vîna gelên ku berê xwe didin bendava Tişrînê têk bibe. "
Berxwedana li dij êrişan
Di dawiya axaftina xwe de Ferîhe Ehmed wiha got:"Îro bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a bi tanq û topên dewleta Tirk nayê qebûlkirin. Bêdengiya wan bûye çekek li hember gel tê şixulandin. Divê ew dewlet bi erka xwe rabin, berxwedana me wê bimîne bendek li hemberî êrîşên dagirkeran."
'Em piştgiriya gelê xwe dikin'
Di heman demê de Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mewlîde Silêman bi lêv kir ku ew li dijî êrişan piştgiriya gel dikin û wiha got:"
Ev demeke ku rojane dewleta Tirk êrîşên xwe li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide dewamkirin. Bi vê yekê daxwaz dike ku vîna gel têk bibe û metirsiyekê bixe navbera gelan lê gel jî serê xwe ji dagirkeriyê re danayne. Em jî piştgiriya wan dikin û ger ji me bê xwestin em biçin bendava şehîdan jî em ê biçin."
'Berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar dikin'
Di dawiya axaftina xwe de wiha Mewlîde Silêman got:"Îro bi sîstema şerê gelê şoreşgerî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna li dijî êrîş û dagirkeriyê mezin kirine. Dema dewleta Tirk êrîşî sivîlan dike dixwaze vê sîstemê têk bibe lê gelê me bi israr e berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar bike."