Ji hunermedan daxuyaniya hevpar:Bila berpirs bên darizandin

  • 20:22 2 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Lîstikvan, muzîsyen û stranbêj jî nav de gelek hunermendî  daxuyaniyek dan û diyar kirin ku tevî du sal ser erdheja 6’ê Sibatê de derbas bûye hîna berpirs nehatine darizandin.
 
Rojnameger Îrfan Degîrmencî, muzîsyen Selîn Sumbultepe, parêzer Eren Can, lîstikvan Ruştu Onur Atîlla, lîstikavan Ozgur Bayraktar, Ceren Taşçi, stranbêje Ozbî, muzîsyen Melîsa Karakurt, lîstikvan Dogan Akdogan, musîsyen Kamufle, stranbêj Eda Baba, Gokhan Turkmen, lîstikvan Selîn Şekercî, stranbêj Kalben û ji Platforma Malbatên li Pey Edaletê Done Kaya der barê ku du sal ser erdheja 6’ê Sibatê de derbas bûye daxuyaniyek hevpar li ser çapemeniya dîjîtal dan.
 
‘Ji bo berpirs bên darizandin em ê têbikoşin’
 
Di daxuyaniya hevpar a rojnameger, muzîsyen û stranbêjan de wiha hat gotin: “Di ser erdhejên 6'ê Sibatê re 2 sal derbas bûn. Edalet pêk nehat. Em hê jî diêşin, hê jî hêrs in, hê jî di şînê de ne. Di lêpirsîna dozgeriyê de hê jî dosyayên ku der barê wan de raporên pispor nehatine girtin hene. Tevî ku rapora pisporiyê hatibe girtin jî gelek dosyayên ku der barê wan de îdianame nehatine amadekirin û dozên sûc nehatine vekirin jî hene. Ger îdianame hatibe amadekirin û doz hatibe vekirin jî, doz hene ku bersûc firar in, bêyî ku bên binçavkirin tên darizandin û ji ber vê jî pêvajo hêdî bi pêş ve diçe, negihiştine qonaxa biryarê û hejmara dozên ku hatine encamdan pir kêm e.
 
Vê rewşa bêcezakirinê ne tenê derbe li serdestiya hiqûqê û lêgerîna edaletê xist, êşa malbatên mexdûr jî kûrtir kir. Ne pêkan e ku em jiyana ku me ji dest dane vegerînin. Lêbelê, riya rêzgirtina bîranînên wan û pêşîgirtina li karesatên bi vî rengî, dabînkirina edaletê ye. Dema ku em şînê didin windahiyên xwe, em dikarin bibînin ku edalet ji bo me, hezkiriyên me û jiyana me tê peyda kirin. Weke Platforma Malbatên Di Hewldana Edaletê de ji bo sûcdarên erdhejê bên darizandin û cezakirin em ê heta dawiyê têbikoşin..”