
Malperên nûçeyan û hesabên X hatin astengkirin
- 21:17 20 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malpera web a Kurdî ya Dengê Amerîkayê û gelek malperên herêmî, hesabên X hatin astengkirin.
Malpera web a serwîsa Kurdî ya Dengê Amerîkayê (Voice of America) û malpera nûçeyan a li Amedê weşanê dike Ajansa Sur bi hinceta ‘ewlehiya netewî û parastina pergala cemawerî’, ji aliyê 2’emîn Dadgeriya Ceza Sulh a Semsurê ve di 19’ê Sibata 2025’an de bi biryara hejmar 2025\570 hat astengkirin.
Li aliyê din bi bryara 3’emîn Dadgeriya Ceza Sulh a Wanê ve gelek hesabên rojnameyên herêmî û netewî û X hatin girtin. Nav hesabên hatine girtin de Serhatnews,Amedtîmes, xesabên X yên rojnamegerê rojnameya Evrenselê Şerîf Karataş, rojnameger Ruşen Takva û Oktay Can Demîr hatin girtin.