
Şaredariya Mezin Koroya Jinan ava kir
- 11:47 21 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Meclîsa Jinan a Şaredariya Mezin, di çarçoveya amadekariyên 8'ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan de, ji xebatkarên şaredariyê Koroya Jinan ava kir. Jinên ku dê di 28'ê Sibatê de cara yekem derkevin ser dikê, bi Koroyê armanca wan ew e ku deng û gotina xwe bêtir bilind bikin.
Meclîsa Jinan a Şaredariya Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan de, ji xebatkarên şaredariyê Koroya Jinan ava kir. Bi alîkariya Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî, jin di rojên diyarkirî yên hefteyê de kom dibin û xebatên xwe yên muzîkê didomînin. Koroya Jinan dê cara yekem di 28'ê Sibatê de, di çalakiya ku Meclîsa Jinan dê di çarçoveya 8'ê Adarê de li Navenda Çand û Kongreya Amedê li dar bixe de, derkeve ser dikê.
Endama Meclîsa Şaredariyê û di heman demê de rêxistinkara Koroyê Amîne Kutlay, derbarê Koroya Jinan û xebatên wê de nirxandinek kir.
'Koro dê berdewam be'
Amîne Kutlay, bi bîr anî ku dema Meclîsa Jinan ava kirine, biryara avakirina Koroya Jinan bi hevbeşî hatibû girtin. Wê got ku bi komkirina jinan, amûrên civakîbûnê zêde kirine û di heman demê de Meclîsa Jinan ji bo jinan fikrek ava kiriye. Amîne Kutlay, diyar kir ku Koro di çarçoveya amadekariyên 8'ê Adarê de hatiye avakirin lê dixwazin demdirêj be û got, "Ne tenê ji bo 8'ê Adarê, di pêvajoyên pêş me de jî ev koro dê berdewam be, em ji bo vê xebatan dikin."
'Em dixwazin hejmarê zêde bikin'
Amîne Kutlay, da zanîn ku Koro niha ji 10 kesan pêk tê lê di pêvajoyên pêş de dixwazin hejmarê zêde bikin û got, "Dê hevalên me yên jin ên ku dikarin tembûr, gîtar û erbane lêxin jî hebin. Hevalên me yên ku niha ji ber zêdebûna kar nikarin beşdarî Koroyê bibin, di pêvajoya paşê de dê bi amûrên xwe di koroyê de bin."
'Werin em destpêka 8'ê Adarê bi hev re bidin'
Amîne Kutlay, destnîşan kir ku Koro dê di 28'ê Sibatê de cara yekem derkeve ser dikê û ji ber vê yekê gelek kêfxweş in û got, "Piştî xerakirina 8 salan a qeyûman, derketina ser dikê ya koroya ku Meclîsa Jinan ava kiriye gelek girîng e. Bi taybetî bangî hemû gelê me; di 28'ê Sibatê de werin em bi hev re 8'ê Adarê pîroz bikin. Bi Koroya ku Meclîsa me ya Jinan ava kiriye, di bernameyek ku divê em wek jin hebûna xwe û wek jin zêdebûna xwe bidin xuyakirin de, em destpêka 8'ê Adarê bi hev re bidin."