Li Zarokistanê çalakiya Roja Zimanê Dayikê

  • 15:17 21 Sibat 2025
  • Rojane
 
AMED - Zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê ya Perperike a girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê perwerdeya pirzimanî dibînin, bi mûnasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin.
 
Xebatên Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê berdewam dikin. Zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê ya Perperike perwerdeya pirzimanî dibînin, bi beşdariya malbatên zarokan û mamosteyê zarokan, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi lîstik û stranan pîroz kirin. Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar ku beşdarî çalakiyê bû, di warê axaftin û zimanê dayikê de bal kişand ser girîngiya rênîşandan û pêşveçûna zarokan.