Operasyona li dijî HDK’ê hat protestokirin

  • 17:48 22 Sibat 2025
  • Rojane
ENQERE - Hêzên Ked û Demorkasiyê ya Enqereyê, girtin û binçavkirinên di operasyona li dijÎ HDK’ê  protesto kirin û gotin: “Ev darizandin kumpasek mezine. Destilatdariya AKP’ê, kumpasa ku wê demê hevkarê wan nîvco hiştiye îro bi darazê bixwe temam dike.” 
 
Hêzên Ked û Demorkasiyê ya Enqereyê, girtin û binçavkirinên di operasyona li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)  protesto kirin. Daxuyanî li kolana Sakaryayê hat kirin û pankarta ‘Em mîlyonin, mahkumnabin’ vekirin û bê navber dirûşmeyên ‘li dijî faşîzmê em ligel hevin’, ‘Zext û binçavkirin nikarin me têk bibin’ hatin berzkirin.
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDK’ê Elîf Turkoglu da zanîn ku êrîşên dijminwarî yên AKP’ê  yên li hember hêzên civakî didomin û got çavkaniya îdiayên tu bingeha wê tuneye sûcdariya ‘hûn çima li dijî desthilatdariyê xwe rêxistin dike’ ye. Elîf Turkoglu wiha got: “Ev darizandin kumpasek mezine. Destilatdariya AKP’ê, kumpasa ku wê demê hevkarê wan nîvco hiştiye îro bi darazê bixwe temam dike.Em bang dikin ku divê demildest hevalên me bên berdan.”