Ji bo Cansever Sucu daxuyanî hat dayîn
- 13:54 18 Adar 2025
- Rojane
AMED - Komeleya Jinan a Rosa di daxuyaniya xwe ya têkildarî Cansever Sucu ya ku li Bazîdê hat qetilkirin de bal kişand ser wê yekê ku di 2 mehên destpêkê yên sala 2025'an de ku weke "Sala Malbatê" hatiye îlankirin de 49 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û mirina 53 jinan jî bi guman e.
Komeleya Jinan a Rosa, li dijî zêdebûna qetlîamên jinan ên di şexsê Cansever Sucu ya ku li navçeya Bazîda a Agirî ji aliyê kiryar Bayram Sucu ve ku di pêvajoya hevberdanê de bû hat qetilkirin, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Pêkhateyên Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn. Her wiha di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Beriya daxuyaniyê Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen diyar kir ku ew ê ji bo Cansever Bayram a ku hatiye qetilkirin daxuyaniyê bidin. Metna daxuyaniyê ji hêla rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Gazal Kaydu ve hat xwendin. Gazal Kaydu, bal kişand ser 2 mehên ewil ên sala 2025'an ku weke "Sala Malbatê" hat îlankirin de 49 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, got ku 53 jin jî bi guman jiyana ji dest dane û got: "Tevî ku sala 2025'an weke sala cinayetên jinan hat îlankirin, sala 2025'an jî ji bo jinan weke sala rehetiyê hat îlankirin. Em weke bi milyonan ên hatin qetilkirin, rastî şîdetê hatin, keda wan hat bêqîmetkirin, beden û bijartinên wan hatin astengkirin, li dijî gotina ‘malbata xurt, civakeke xurt’ bi rêxistinbûyîna xurt û kolektîf têbikoşin."e.
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.