Gelê Silopiyayê di Newrozê de li banga Ocalan xwedî derket

  • 14:52 18 Adar 2025
  • Rojane
ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA'yê Ayşegul Ayaz ku di Newroza Silopyayê de axivî, diyar kir ku banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bi têkoşîna jinan bê înşakirin û got, "Banga birêz Ocalan manîfestoya jiyana nû a sedsala 21'emîn e."
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê pîrozbahiya Cejna Newrozê hat lidarxistin. Li Qada Newrozê ya navçeyê welatî danê sibehê hatin qadê û bi cil û bergên Kurdî qada Newrozê xemilandin. Li cihê Newroz hat pîrozkirin pankarta ku li ser, “Em bi giyana Newrozê xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk derbikevin” dinivisî hat daliqandindin. Her wiha qada Newrozê jî bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat xemilandin. Berdevka DEM Partî Ayşegül Dogan,aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşegul Ayaz, parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, hevşeredarên Silopiyayê û bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.
 
Welatiyên Silopiyayê beriya destpêkirina bernameyê li qadê cihê xwe girtin û li ber stranên ku hatin gotin govend gerandin. Welatiyên bi cil û bergên Kurdî tevli Newrozê bûn bi rengên kesk, sor û zer xwe xemilandibûn û li qadê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Jin û ciwan bi cil û bergên Kurdî bi taybet ên herêma Silopiyayê li qadê cihê xwe girtin û pîrozbahî rengîn kirin. Ji zarokan bigire heta kal û pîran qad tije bû. Welatiyên li qadê bê navber dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.
 
Dayikên Aştiyê kevokên aştiyê firandin
 
Bernameya Newrozê ji bo cangoriyên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di rêzgirtinê de girsê bi yek dengî dirûşmeya, “Şehîd namirin” berz kirin. Piştî rêz girtinê komîteya amadekar gel silav kir. Piştre jî Meclisa Dayikên Aştiyê li ser dîkê gel silav kirin û Newroza wan pîroz kirin. Dayikên Aştiyê bi firandina kevokên sipî pêyama aştiyê dan. Li ser navê Dayikên Aştiyê  Meliha Atak, anî ziman ku ew piştgiriya banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û got: “Bila Newroza îsal bibe Newroza aştiyeyê ya her çar aliyên Kurdistanê. Em dibêjin bila aştî were cihanê û edî dayik negrîn. Bila ew Newroz bibe wesîleya serkêftin, aştî û azadiyê.”
 
‘Newroz pîroz be’
 
 
Piştrê jî aktivîsta TJA Aysegul Ayaz axivî. Aysegul Ayaz anî ziman ku ew Newroza azadiyê pêvazî dikin û wiha axivî: “Ew agirê di zindanan hatibû pêxistin niha tevahî welat ronî dike. Me baweriya xwe ji dozeke aniyê ew doz doza azadî û aştiyeyê. Hezar silav ji şopdarên vê dozê û zindanan be. Hezar silav ji jinên têkoşer re. Banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir manifestoya sedsalê bû. Birêz Ocalan rêyek vêkir. Bang li jin, civan û gelan kir. Aştî herî zede daxwaza jinan e. Ji bo wê jî divê em li her demê zêdetir li pêy banga birêz Ocalan bibin û piştgirî bikin. Ji bo azadiya gelan û aştiya gelan taybet jî ji bo azadiya jinan divê jin li xwe bi rêxistin bikin û bixebitin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi jinan dikarê pêk were. Em ê dirûşmeya,  'Jin jiyan azadî' azadiya jinan pêk bînin. Li botanê heta Îmraliyê Newroz pîroz be.”
 
‘Dê têkoşîna me bidome’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî di pîrozbahiyê de axivî û Newroza gel pîroz kir û ev tişt gotin: “Em hesreta ku bi salan e hûn li bendê bûn îro li nêz e. Ji bo ziman, çand, axa me û azadiya vî gelî bi sekn û berxwedana wê dê pêk were. Em ê bi hev re serbikevin. Newroza azadiyê li her deverê li gelê Kurd pîroz be.”
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî gel silav kir û bi lêv kir ku li her derê Kurdistanê Newroz tê pîroz kirin û ev tişt anîn ziman: “Em vê Newrozê bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan pêşvazî dikin. Heta em aştiyê pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Newroza Azadiyê silav dikin.”
 
‘Hêza me mezin e’ 
 
 
Berdevka DEM Partiyê Aysegul Dogan jî destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê li qada Newrozê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hemû qadên Kurdistan û Tirkiyeyê dirûşmeya, ‘Bijî Serok Apo’ tê berzkirin. Birêz Ocalan dixwaze ji bo tevahî gelan rêyeke nû vêke. Di bin şert û mercên giran ên tecride de jî dev jî armanca xwe ya aştî û wekheviyê û civakeke demokratîk berneda. Ji bo wê îro dem dema xwedî derketina wê dirûşmeyeyê. Bila li vê qadê binêrin û bibînin ku gel çawa xwedî li banga rêzdar Ocalan derdikeve. Bila dinya pê bihese Botan ji bo aştiyê amade ye. Gumanên we jî hene dibêjin em ê çawa baweriya xwe bi van bînin. Raste ew daxwaza me bû ku ew pirsgirêk bi rêya demokrasiyê bê çareser kirin. Edî ciwanên me neyên kuştin. Niha em gehiştin asteke. Divê em baş fehm bikin û bi xîret bixebitin. Xwe bi rêxistin bikin û rê û rêbazên têkoşîna vê deme ne ya weke berê ye. Dile me ji hemû kesî re vêkiriyê. Divê em yekitiya navxweyî ya gelan pêkbînin. Ji bo wê baweriya ne tu kesî baweriya xwe ji xwe bînin. Tu hêz ji me ne mezintir e. Qonaxa ku em gehişti ne û rûpela ku vêkiriyê bi têkoşîna me pêkhatiyê. Ji bo wê jî dem dema xwedî derketinê ye.”
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê, bi dirûşma, “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hat pêxistin. Piştrê jî Koma Ayşe Şanê li ser dîkê stran gotin û gel jî li ber stranan govend gerandin û dirûşim berz kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govend û berzkirina dirûşman bi dawî bû.