Ji Newroza Sêrtê bang: Em ê deriyên şer bigirin

  • 15:46 18 Adar 2025
  • Rojane
SÊRT - Omer Ocalan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê li ber aştiyê vekir û got, “Em ê deriyê şer bigrin."
 
Li navçeya Dihê ya Sêrtê li Qada Cumhuriyetê Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, hevşaredar û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Newroz pîroz be" hatin berzkirin.
 
Welatî bi destmalên xwe yên zer, sor û kesk û cil û bergên neteweyî ketin qadê û li gel defê demeke dirêj govend gerandin. Piştre welatiyên ku derketin ser dikê wêneyên rengîn çêkirin.  Di bernameya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir de Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Dihê Eda Kilîs, Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê  ya Navçeya Dihê Emîne Degîn û Hevseroka DBP'ê ya Sêrtê Muazzez Bulga Newroz li welatiyan pîroz kirin û gotin, "Bila Newroz bibe sedema yekîtî, azadî û aştiyê."
 
Agirê Newrozê hat pêxistin 
 
Piştre agirê Newrozê bi coşek mezin, çepik û dirûşmeyên “Newroz pîroz be” hate pêxistin. Omer Ocalan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl agir pêxistin. Paşê welatiyan demeke dirêj li dora agir govend gerandin û xwe di ser agir re avêtin.
 
 
'Gelê Kurd dixwaze bijî'
 
Omer Ocalan piştî govendê ya bi coş axivî û got, "Ev navçe navçeyeke me ya dîrokî ye, dizane li dijî zilmê bi berxwedan û bi hêz bisekine. Ma Êgîdên van welatan ji vê navçeyê derneketine? Gelê me ne evîndarê şer e, lê dema ku zimanê vî gelî, hebûn û îradeya vî gelî neyê qebûlkirin, dê ev gel li ber xwe bide."  Omer Ocalan bi bîr xist ku şer bi salan e berdewam dike û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama ji nû ve avakirina xuşk û biratiyê şandiye.  Omer Öcalan da zanîn ku destên aştiyê bi xwînê nayê şuştin, Kurdan canê xwe feda kirine.
 
Omer Ocalan got, "Dihê navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka Kurd û Kurdistanê de nivîsiye. Em ê her tim vî nirxî biparêzin. Çawa ku we têkoşîna xwe pêş xist, hûn ê azadiya welatê xwe û birêz Ocalan jî misoger bikin."
 
Newroz bi gerandina govendê û stranên hunermendên herêmî bi dawî bû.