Gaziyên jin Dayika Aştiyê Sakîne Arat û Gulê Selmo bi bîr anîn

  • 16:26 18 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê Dayika Aştiyê Sakîne Arat û Gulê Selo ku jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.
 
Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ku belav kirin Dayika Aştiyê Sakîne Arat a ku di 14'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da û Gulê Selmo ku endama Kongreya Star û di 13'ê Adara 2012'an de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat şehîdkirin bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anîn.  
 
Daxuyanî wiha ye: "Em di serî dayika bi qîmet û delal Gulê Selmo û Dayê Sakîne Arat bi bîr tînin û bejna xwe bi hurmet û minetdarî li hemberî bîranîna wan ditewînin. Di şexsê wan her du dayikan de em tevahî dayikên xwe yên têkoşer bi bîr tînin û dibêjin hûn ji bo me gelekî giranbiha û bi qîmet in.  Weke em tevahî jî şahidiyê jêre dikin ku hûn dayikên xwedî sebir û wêrek we çawa di rûyê neyaran de dengê xwe bilind kir heta asîmanan û we hesab ji wan xwest. Hûn dayikên leheng û cesûr bermahiya xwedawendên pîroz in. We bi şanazî rola xwe lîst û we her cure zext û zordariya ji destê dijminan dîtiye. Lê tevî her tiştî hûn timî di çeperên herî pêş ên berxwedanê de bûn.
 
Dêkoşîna wan civakê bi xwe re bi rêxistin dike 
 
Bi rastî têkoşîna dayikan a gelekî xwedî bandor e û tevahî civakê jî bi xwe re bi rêxistin dike. Ji bo wê jî neyar ji dayikên têkoşer ditirsin û hewl didin wan bêdeng bikin. Dayik îro bûne xwedî hêz û ji xwe bawer in. Ji ber bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe bi rêxistin kirine. Her çiqasî dewleta Tirk hewl bide pêşî li dayikan bigire jî nikare bi ser bikeve. Ew dayikên me yên berê her li ser zarokên xwe rondik dibarandin. Dayê  Gulê Selmo ya Endama Kongreya Star bû û bi guleyên çeteyan 13’ê Adara 2012’an li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîd bû ji xwe re mînak digirin. Her wiha dayika Sakîne Arat a 4 zarokên wê di nav refên têkoşîna azadiyê şehîd bûne ji bo xwe weke pêşenga azadî û aştiyê qebûl dikin. 
 
Em têkoşîna dayikan bigihînin serkeftinê
 
Em weke heval û zarokên dayika Gulê Selmo û dayê Sakîne Arat tekez em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Em dibêjin ew têkoşîna dayikan bi canê xwe daye destpêkirin bigihînin serketinê. Em tevahî dayikên xwe yên şoreşger bi rêz û hurmet silav dikin. Têkoşîna wan hêz û baweriya me xurttir dike."