Çalakiyên ÎBB’ê: Li 7 jinên binçavan de lêgerîna tazî

  • 19:39 22 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxa ÇHD ya Enqereyê, da zanîn ku piştî binçavkirina şaredarê bajarê mezinê yê Stnebolê Ekrem Îmramoglu jî nav de 150 kesî şûnde di çalakiyên protestoyî de 7 jinên hatine binçavkirin lêgerîna tazî lê hatine kirin û dema lêgerînê de jî hatine derbkirin.
 
Piştî binçavkirina şaredarê bajarê mezinê yê Stnebolê Ekrem Îmramoglu jî nav de 150 kesî şûnde di çalakiyên protestoyî de gelek kes  hatin binçavkirin. Di çalakiyên hatin berdewam kirin de gelek kes bi derbkirinê hatin binçavkirin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ya Enqereyê daxuyand ku 7 jinên niha bin çavan de lêgerîna tazî lê htaine kirin û dema lêgerînê de hatine derbkirin.