
Li Dresden û Romayê pîrozbahiyên Newrozê
- 21:34 22 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên li bajarê Dresden a Almanyayê û li paytexta Roma ya Îtalyayê ji bo Newrozê li qadan li hev civiyan.
Kurdistaniyên li bajarê Dresden ê Almanyayê dijîn bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Lêgerîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li qada Pieschenner Allee li hev civiyan.
Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiya Newrozê bû ku di saet 13:00’an de destpê kir. Koma Nûroj, Mehmet Rênas û Koma Mithra Band derket ser dîkê.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok û parlementerê Die Linke ya Elman Mirko Schulze axivîn. Di heman demê de peyama li ser navê (YJK-E) hate xwendin.
Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermendên xwecihî û gerandina govendê heta saetên dereng dewam kir.
Roma
Li bajarê Roma ê Îtalyayê ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Ararat pîrozbahiya Newroz bi coş hate pîrozkirin.
Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bû û bi stranên Koma Çarneva pîrozbahî bi coş bû.
Di axaftinên pîrozbahiyê de hate destnîşankirin ku di Newroza îsal de hemû gel bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad” li hev civiyan û hat xwestin ku Newroz ku sembola têkoşîn û berxwedanê ye, aşitî û demokrasiyê ji bo hemû gelan bîne.