
Şaredariya Muşê di salekê de gelek proje xistin jiyanê
- 09:02 27 Adar 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
MUŞ - Hevşaredara Muşê Tuba Sayilgan projeyên der barê jin û zarokan de vegot û wiha anî ziman: “Em di alî xizmetê de ji gel fikr û nêrînê digirin. Em gel guhdar dikin û projeyên xwe pêk tînin.”
Şaredariya Muşê bi salan di destê AKP’ê de bû. Di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de DEM Partiyê ji sedî 42.88 deng girt û şaredarî girt. DEM Partiyê navenda Muşê, sê navçe û bajarokek wê bidest xist. Hevşaredarên Muşê çawa hatin ser peywirê dets bi xizmetên xwe kirin.
Hevşaredara Muşê Tuba Sayildag der barê xebat û projeyên xwe de axivî.
‘Mekanîzmayên ku jin têde cih bigirin tunebûn’
Tuba Sayilgan da zanîn ku wek DEM Partî dîrokê de yekem car şaredariya Mûşê girtin û her tim destê desthilatdarî û partiyên rastgirt de bûn. Tuba Sayilgan wiha dirêjî dayê: “Bêguman kavila wê zÊde bû. Hemû raye destê mêran de bû. Hejmara xebatkarên jin yên şaredariyê pir kêm bûn. Mekanîzmayên ku jin têde cih bigirin tunebûn. Dema AKP’ê de xizmet tenê li dora kesên nêzî wan dihatin kirin.Tenê li taxên rudiniştin xizmet dikirin. Bi salan gel ji xizmetê bêpar hat hiştin.”
‘Gel ji bo hevserokatiyê amade bû’
Tuba Sayilgan daxuyakirin ku kêfxweşî û serbilindiya bidestxistina şaredariyê ku bi pergala hevserokatiyê hatiy egirtin dijîn û wiha dirêjî dayê: “Ev nîşan dide ku gel ji bo jiyana wekhev û rêveberiya wekhev amade ye. Gel amadeye bi jinan re bixebite û ji zûde hevserokatî fêm kirine. Gel ji bo hevserokatiyê amade ye.”
‘Me midûriyetên polîtîkayên jinan vekir’
Tuba Sayilgan destnîşan kir ku dema AKP’ê de hejmara xebatkarên jin pir kêm bûne û di mekanîzmayan de rayeya jinan tune bûye. Tuba Sayilgan bi lêv kir ku çawa hatine midûriyeta polîtîkayên jinan vekirine û midûr jî jin tayîn kirine. Tuba Sayilgan wiha dirêjî dayê: “Piştî vekirina midûriyeta polîtîkayên jinan, me dît ku pirsgirêkên ku jin dijîn pir zêde ne. Libajar li dora nexweşxaneyê cihekî ku jin runin, hewcedariyên xwe bînin cih tunebû. Me li ser vê mala bîhndanê ya jinan vekir.”
Mala şînê ya jinan hat vekirin, perwerdehî û panel pêk hatin
Tuba Sayilgan nirxandina xwe wiha domand: “Li Muşê mala şînê ya mêran hebû lê ya jinan tunebû. Me ji ber vê mala şînê ya jinan vekir. Her wiha me di serî de ji bo xebatkarên şaredariyê li her derê perwwerdehiyên wekheviya zayenda civakî da. Me bi vê pewerdehiyê hewl da hişmendiyê ava bikin. Ligel vê me çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan panela têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan pêk anî. Me bi baroya Muşê re ji bo jinên tundî lê hatine kirin protokol îmze kir.”
Ji bo jin û zarokan proje
Tuba Sayilgan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me ji bo jin û zarokan proje dan pêş xwe. Em hewl didin ji bo zarokan li taxan atolyeyan vebikin. Projeya meya avakirina navenda piştevaniya jinê heye.Li bajar qadeke ku jin berhemên keda destê xwe veguherin aboriyê tuneye. Em dixwazin ji bo jinan bazara keda destan ava bikin. Her wiha bi hevkariya SES’ê em ê li taxa xebatên tenduristiya jinan bidin meşandin. Em di alî xizmetê de ji gel fikr û nêrîn digirin û projeyên xwe wisa dikin jiyanê.”