
Vegotinên peyamekê (3)
- 09:05 27 Adar 2025
- Dosya
Kevneşopiya ‘Satî’ qediya?
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama ku 8’ê Adarê de ji bo jinan şand de balkişand ser kevneşopiya ‘Satî’. Ev kevneşopî di alî fêmkirina tundiya jinê û her wiha îro çawa tê jiyîn de perspektîfên girîng pêşkêş dike.
Seranserê dîrokê li hember jinan tundî bi teşeyên cuda derketiye holê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama 8’ê Adarê ya ji bo jinan şandiye de rola jinan a di civakîbûnê de, tundiya li ser jinan û tunehsibandina jinan, her wiha têkoşîna divê li dijî vê bêdayîn vedibêje. Her wiha balê dikşîne ser kevneşopiya ‘Satî’ û ji bo fêmkirina wê perspektîfên girîng derdixe holê.
Çiye ev kevneşopiya Satî, çawa pêş ket, jin çawa hedef hat girtin, çawa ji holê rabû yan jî gelo rabûye?
Kevnşopiya Satî ku mînaka herî dramatîk a tundiya li ser jinê ye û li Hîndistanê bê jiyîn jî tenê bi sînor nemaye. Em nikarin vê ji pêvajoyên dîrokî ji tiştên hatine jiyîn fêm bikin.
Satî berê li Hindîstanê pêk hatiye. Jinên hevjînê wan dimirin, piştî mirina wan xwe dişewitandin û dikirin qurban. Gotina ‘satî’ tê wateya ‘hevjîniya ji dil’. Ev pêkanîn xwe dispêre baweriya ku jin li hember hevjînên xwe ji dil in.
Koka wê çiye?
Koka pêkanîna Satî tam nayê zanîn û di mîtolojiyên Hîndu û nivîsên dîroka dema zû (Beriya Zayînê sala 4’emîn) hinek referans hene.
Li gorî efsaneyan, hevjîna xweda Şîva, Satî, li dijî heqeretên bavê xwe bêdeng namîne û xwe dişewitîne. Bi demê re ev efsûn, vediguhere baweriya ku jinên hevjînê wan dimirin heman qederê nejîn e.
Di alî dîrokî de pêkanîna Satî, bi taybet jî navbera civakên şervan yên Rafput zêde tê dîtin û jin ji bo rûmeta xwe biparêzin bedena xwe didin ber agir. Lê bi demê re ev pêkanîn, li ser jinan bûye hêmaya zextê û di hinek rewşan de bi zorê pêk hatiye.
Aliyê olî û civakî
Satî wek riya paqijkirina gunehên jinan yên berê kiriye hatiye dîtin. Hinek alî, pê bawer dikin ku jinên hevjînê wan mirine, şansa xerab tînin. Ji ber vê jî satî bûye normek civakî.
Ev kevneşopî di heman demê de wekî encama pergala serdest a mêr tê nirxandin. Li Hindîstanê jinên hevjînê wan dimrin, piranî jiyanek zehmet domandine, di alî aborî û civakî de nehatine qebûlkirin. Vê rewşê Satî aniye rewşa ‘rev’ an jî ‘ferzkirinê’.
Qedexekirin
Di dema rêveberiya mêtînger a Îngîliz de di sedsala 19’an de pêkanîna Satî hat rexnekirin û di 1829’an de ji aliyê rêveberiya Îngîlîz ve hat rakirin. Di pêvajoya qedexekirinê de reformîstên civakî, piştgirî dan tevgerên dijberê satî û mafê jinan parastine.
Dijqanûnî ye lê hîna tê dîtin
Tevî li Hindîstana Modern Satî dijqanûnî tê qebûlkirin jî hîna bûyerên wê tên dîtin. Di 1987’an de li eyaleta Rajasthan bûyera pêk hatibû rastî bertekên mezin hat û hikûmetê kesên satî teqwîq kir ceza kirin. Îro li Hindîstanê parêzvanên mafê jinan û tevgerên femînîst, ji bo jinên hevjînê wan mirine bibin xwedî maf xebatan dimeşînin.
Hat qedexekirin lê..
Kevneşopiya Satî ji paşerojê heta îro wek kevneşopiyek trajîk û bi nîqaş maye. Ev pêkanîn di nava demê de hatiye qedexekirin û ji aliyê civakê ve hatiye redkirin. Lê hîna li Hindîstanê mijareke li dij wê têkoşîn divê bê dayînê ye. Tevî qedexeyan hîna tê dîtin.
Tundî li her derê cuda ye
Kevneşopiya Satî ji paşerojê heta îro li deverên cîhanê yên cuda bi teşeyên cuda tê dîtin.
Cînayetên ‘cîz’
Li Hindîstan, Pakistan, Bangladeş û Rojhilata Navîn, jin ji ber nelihevkirinên cîz tên qetilkirin an jî bi hinceta ‘parastina rûmeta malbatê’ tên kuştin. Di vir de ya hedef tê girtin jin in. Bi hinceta malbata ‘bûkê’ kêm cîz didin, jin hedef tê girtin û qetilkirin.
Di temenê biçûk de zewac
Li Arfîka, Asya û welatên Rojhilata Navîn di temenê biçûk de zewac pir tê dîtin.
Şer, destdirêjî
Ji paşerojê heta îro yek ji tundiya din a herî zêde li hember jinê tê dîtin tundiya fîzîkî ye. Li seranserê cîhanê ji sedî 35’ê jinan seranserê jiyanê tundiya fîzîkî û zayendî dibînin. Di şerên tên jiyîn destdirêjî li jinan tê kirin.
Pirsgirêka global
Satî yek ji mînakên zexta li ser jinan e. Lê tundiya li ser jinan tenê bi Hindîstanê ne sînor e. Tundiya li ser jinan pirsgirêkek global e. Qanûn girîng be jî heta guhertina zîhniyetê tunebe, mafê jinan pêk nayên.