Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin

  • 09:16 27 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Polîsan îro li Enqereyê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Baroya Enqereyê têkildarî serdegirtinan daxuyanî da û got: “Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê îro bi ser gelek malan de hate girtin û binçavkirî hene. Dozgerê çapemeniyê ragihand ku der heqê 22 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Em pêvajoyê dişopînin.”