
ROJEVA 30'Ê ADARA 2025'AN
- 09:00 30 Adar 2025
- Rojev
* Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Dîlan Can, derbarê meşa 1-4’ê Nîsanê ya ji Amedê ber bi Amarayêk tînin de axivî û da zanîn ku armanca wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. BI DÎMEN
*Gel carek din 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Amarayê tên gel hev. Bi salane tevî qedexe û qetilkirinan Gelê Kurd, vejîna xwe ya nû pêşwazî dikin û îsal jî pêşwazî dikin.
*Hevseroka OHD’a Wanê Hatîce Bagci, derbarê banga sedsalê de nirxandin kir û got: “Ji bo pêvajo erênî pêş bikeve û aştiya mayînde pêk bê divê dewlet gavên cidî bavêje." BI DÎMEN
*Protestoyên ku xwendekarên zanîngehê pêşengiya wan kirin, didomin. Ekîm Yigîtî ya ODTU’yê wiha got: “‘Ev hêrsa wisa hêsan natemir. Gelek daxwazên me hene. Em bi hêrsa xwe ya bi salan daketin kolanan.” BI DÎMEN