
Xwendekara ODTU’yê: Em bi hêrsa xwe ya bi salan daketin kolanan
- 09:02 30 Adar 2025
- Rojane
ENQERE - Protestoyên ku xwendekarên zanîngehê pêşengiya wan kirin, didomin. Ekîm Yigîtî ya ODTU’yê wiha got: “‘Ev hêrsa wisa hêsan natemir. Gelek daxwazên me hene. Em bi hêrsa xwe ya bi salan daketin kolanan.”
Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin e Stenbolê çalakiyan destpêkirin û gelek kes hatin girtin. Li ser vê 19’ê Adarê de xwendekarên zanîngehê li kampus, kolanan çalakî dan destpêkirin. Di van çalakiyan de tundiya polîsan derket pêş û bi gaz û guleyên plastîk êrişê xwendekaran kirin.
Gelek xwendekar hatin binçavkirin, xwendekarên jin binçavan de rastî lêgerîna tazî hatin. Xwendekaran li aliyê din ders boykot kirin û li kampusan forumên vekirî kirin. Beriya cejnê xwendekar li Segmenler a Eqnereyê hatin gel hev û daxwazên xwe anîn ziman.
Xwendekara Zanîngeha Ortadogu Teknîk (ODTU) Ekîm Yîgît der barê mijarê de axivî.
‘Em li dijî rejîma qesrê li qadan e’
Ekîm Yîgît daxuyakirin ku bi rojan çalakî didomin, çalakî ne tenê ji bo Ekrem Îmamoglu ye, ev teqîna hêrsa bi salan li ser hev kom bûye. Ekîm Yîgît wiha got: “Ji 19’ê Adarê de me her der veguhert qada berxwedanê. Bi binçavkirina Ekrem Îmamoglu em daketin kolanan. Lê mijar ne tenê Ekrem Îmamoglu bû. Li dijî êrîşên rejîma qesrê hêrs hebû. Berê jî xwendekarên DEM’ê hatibûn binçavkirin. Krîzek mezin a aborî heye. Hêrsa her kesî rû da. Daxwaza me ji bo jiyanek mirovane ye.”
‘Divê em berxwedanê mezin bikin’
Ekîm Yîgît diyar kir ku divê em li her qadê berxwedanê mezin bikin û berovajî gotinan nifşê Z û tevgera ciwanan di alî dîrokî de tu car ranezaye. Ekîm Yîgît got divê berxwedan bê mezinkirin û rêxistin bê xurtkirin, meclîs bên avakirin.
‘Ev hêrsa wisa hêsan natemir e'
Ekîm Yîgît daxuyakirin ku bi hêrsa ku bi salan li ser hev zêde bûye daketine kolanan û wiha got: “Ev hêrs wisa hêsan natemire. Em bi hêrsa ku bi salan li her hev kom bûye daketin kolanan. Wê kes pêşiya vê negire. Girtin û binaçvkirina xwendekaran ji ber vê pêk tên. Lê em bê tirs daketin kolanan. WÊ nikaribin vê hêrsa me biçewisînin. Bi rojan ehevalên me tên girtin û binçavkirin. Em dîsa li Segmenler hatin gel hev.”