Hedefa ciwanan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

  • 09:05 30 Adar 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Dîlan Can, derbarê meşa 1-4’ê Nîsanê ya ji Amedê ber bi Amarayêk tînin de axivî û da zanîn ku armanca wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 1-4’ê Nîsanê de bi dirûşmeya "Em bi civaka azad dimeşin azadiyê" wê meşê pêk tînin. Meş ji Amedê dest pê dike, ji ser Sêwreg, Curnê Reş, Riha û Pirsûsê derbas dibe û digihêje Amedê. Ciwan ji bo meşa wê pêk bên li bajaran xebatên xwe didomînin.
 
Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Dîlan Can derbarê meşa pêk tê de axivî.
 
‘Divê ciwan aktîf tevli pêvajoyê bibin’
 
Dîlan Can balkişand ser meşa ku wê pêk bînin û daxuyakirin ku meşê bi armanca xwedîdikertina li pêvajoyê pêk tînin û wiha vegot: “Divê ciwan aktîf tevli pêvajoyê bibin. Wê piştgiriya ciwanan ji bo bang û aştiyê hebe. Wê ji paşerojê ders bê girtin û xwedî li berpirsyariyan bê derkevin. Ez hemû hevalên xwe vexwendiyê meşê dikim.”
 
‘Ji bo ciwanan ev 4’ê Nîsanê cudaye’
 
Dîlan Can ev tişt anî ziman: “Ev 4’ê Nîsanê pir cuda ye. Pêvajoya çareseriyê ji nûve destpê kiriye. Pêvajoya lihevkirinê ji nû ve destpê kiriye. Ji nûve hêvî afiriye. Piştî salan şûnde bi birêz Ocalan hevdîtin girîng bû. Bi her kesî re kelecan afirand.”
 
‘Armanca me azadiya fîzîkî ye’
 
Dîlan Can balkişand ser bernameya meşê û wiha vegot: “Armanca me piştgiriya ji bo pêvajoyê ye. Armanca me xwedîderketina li pêvajoyê ye, azadiya Birêz Ocalane. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Oclan li qadan bin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku bên tevli me bibin. Divê ciwan vê pêvajoyê de aktîf bin.”