
Hejmara nû ya Kovara Jin derket
- 09:53 6 Nîsan 2025
- Rojane
STENBOL - Hejmara 110'emîn a Kovara Jin bi sernavê "Hêza Berxwedana Ehlaq û Estetîk" derket.
Hejmara 110'emîn a Kovara Jin ku her hefte tê weşandin, bi sernavê "Hêza Berxwedana Ehlaqî û Estetîk" derket. Di hejmara nû de li ser têkoşîna jinê ya li her qadê, exlaq û estetîkê hat sekinandin.
Sakîne Esen Yilmaz di gotara xwe ya bi sernavê “Tedbîrên Etîk û Estetîk ên Tevgera Jinên Kurd” de bal kişand ser têkoşîna tevgera jinên Kurd ku li ser nirxên exlaqî û feraseta estetîk rawestiyaye. Dîdem Yilmaz di gotara xwe ya bi sernavê "Di Wêjeyê de Berxwedan..." de bal kişand ser berxwedana jinê ya di qada wêjeyê de. Şukran Demîr di gotara xwe ya bi sernavê "Jinên ku bi berxwedana xwe navên xwe li dîrokê dan nivîsandin" de cih da jinên ku ji bo azadiya xwe ya siyasî, civakî, aborî têkoşiyan û bi têkoşîna xwe navê xwe li cîhanê belav kirin. Ekîba kovara Jin bi Evîndar Dulek, Sarya Ertaş û Evîn Tiryakî re li ser avabûn û xebata Jin Mayê axivî.
Hejmara 110'emîn a Kovara Jin bi sernavê “Hêza Berxwedana Etîk û Estetîk” derket.
Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:
* Tedbîrên Etîk û Estetîk ên Tevgera Jinên Kurd / Sakîne Esen Yilmaz
* Di Edebiyatê de Berxwedan… / Didem Yilmaz
* Jinên ku Bi Berxwedana Xwe Navê Xwe li Dîrokê Nivîsandin / Şukran Demir
* Ji Fîlmê Li Colemêrgê Demsalek / Aynur Ulgen
* Em bi Endamên Koma Jin Mayê Evîndar Dulek, Sarya Ertaş û Evîn Tiryakî re li ser Jin Ma axivîn / Tîma Kovara Jin