
Ji bo pêdiviya bi aştiyê berpirsiyarî girtin ser milên xwe
- 09:04 7 Nîsan 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Esra Kahraman a ku di pêngava "Pêdiviya min bi aştiyê heye" diyar kir ku jin bi salan e ji bo avakirina aştiya civakî têdikoşin û got, "Şer newekheviyê çêdike, jin ji bo jiyaneke azad û wekhev têdikoşin. Têkoşîna jinan û têkoşîna aştiyê ya li dijî şer di vê çarçoveyê de bi hev ve girêdayî ne. Em ê ji bo bersiva pirsa "Ji bo çi pêwîstiya min bi aştiyê heye? xebatên xwe bidomînin."
Li Stenbolê di navbera 22-23’ê Sibatê de atolyeya bi navê “Jin behsa aştiyê dikin” hat lidarxistin. Piştre “Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya min bi Aştiyê heye” hat avakirin. Esra Kahraman a ku di înîsiyatîfê de cih digire, li ser girîngiya têkoşîna hevpar a jinan di pêvajoyên aştiyê de nirxandin kir.
Ji kampanya 'Dest nede hevala min' heta îro...
Esra Kahraman destnîşan kir ku jinên ji îdeolojî, çand û erdnîgariyên cuda ji salên 90'î û vir ve ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, avakirina aştî û civakîbûna aştiyê bi hev re têdikoşin û got, "Dema ku jin têkoşînê bi hev ve girêdidin, dizanin ku demokrasî û aşitî bi awayekî xweser nikare bibe zemîna azadiya jinê û wekheviya civakî. Ev têkoşîna hevpar a ku di sala 1994'an de bi kampanyaya 'Dest nede hevala min' dest pê kir, di sala 2009'an de bi mîsyonên çavdêriyê, konferans, rapor û kampanyayên Meclîsa Jinê ya Azadiyê ya li vir dewam kir heta Belûcîstan, Hîndîstan, Afganîstan û Rojava û hewl da ku dewletan li ser esasê wekhevî û demokrasiyê neçarî aştiyê bike. Weke jinên ku bi vê înîsiyatîfê dibêjin 'Pêdiviya min bi aştiyê heye'; em ê qadên xwe yên têkiliyê berfireh bikin, berpirsyariya aştiyê bi cih bînin û bibin kirdeya vê aştiyê."
'Jin ji bo avakirina aştiyê têkoşînê didin'
Esra Kahraman, anî ziman ku di dîrokê de hewl hatiye dayîn jin ji maseyên muzakereyê yên ji bo aştiyê hatine avakirin dûr bên xistin û destnîşan kir ku kî pêvajoyên aştiyê bi rê ve bibe girînge, lewma jin ji bo bibin kirdeya avakirina aştiyê têdikoşin. Esra Kahraman got, "Di encama têkoşîna jinan a li dijî dûrxistina ji pêvajoyên aştiyê de, biryara 1325'an di sala 2000'an de ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin. Li gorî vê biryarê, hate gotin ku divê jin di hemû pêvajoyên aştiyê de cih bigirin, hevdîtinên aştiyê jî di nav de. Jin tu carî dev ji gotina aştiyê bernedan. Tevî ku şer bi giştî weke çek tê dîtin. Mînak, kuştina Fatma Altinmakas a ku bi zimanê xwe yê zikmakî nekarî destekê ji raya giştî bixwaze, bi her cure nijadperestiyê reb rûbirû ma û polîtîkayên bêcezakirinê yên tundiya li ser jinan, polîtîkayên newekheviyê û şîdetê jî encama şer in û encama pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê ku nayê çareserkirin e. Bêyî çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, destkeftiyên jinan nehatine misogerkirin û di bin êrîşan de dimînin. Ji ber vê sedemê, ev însiyatîf wê bersivên pirsa 'Em ê weke jin bi hev re ji bo çareseriya demokratîk û wekhev a pirsgirêka Kurd xwedî têkoşîneke çawa bin?' û bi gotina 'Pêdiviya min bi aştiyê heye', bi îdiaya ku divê têkoşîna demokrasî û aştiyê bibe yek têkoşînê bidin."
'Jin ji bo jiyaneke wekhev têdikoşin'
Esra Kahraman diyar kir ku înîsiyatîf li bajarên Tirkiye û Kurdistanê xebatên xwe dimeşîne û destnîşan kir ku însiyatîf di heman demê de xurtkirina tifaqa jinan e. Esra Kahraman got, "Tevgerên jinên sosyalîst, tevgerên jinan ên femînîst, tevgera Kurd, ji hemû beşên civakê jin, bi gotineke din em dikarin bibêjin ku hatina gel hev a jinan li ser zemîneke hevapar e. Em girîngiyeke mezin didin însiyatîfê ku hemû jin û tevgerên jinan li gorî nêrînên wan ên siyasî tevbigerin. . Aştî bi têkoşînê pêkan e ku li ser zemîneke hevpar têkoşîn bê dayîn. Her çiqas di jiyana rojane de şerên germ hebin jî, mîlîtarîzm û şîdet hevdû dixwin û herî zêde bi pêkanînên cuda bandorê li jinan dike. Di vê çarçoveyê de têkoşîna jinê û têkoşîna aştiyê ya li dijî şer bi hev ve girêdayî ne. Polîtîkayên yekperest ên li ser newekheviya zayendî, jiyana her kesî ji wekhevî û azadiyê dûr dixe, ji ber vê yekê civakîbûna aştiyê ji bo her kesî xwedî girîngiyeke jiyanî ye."
'Çima ji min re aştiyê divê? Ew ê bersiva vê pirsê bidin'
Esra Kahraman herî dawî ev tişt anî ziman: "Em dizanin ku berfirehkirina înîsiyatîfê û jinên ku bûne mijara aştiyê ji bo civakîbûna aştiyê girîng in. Ji bo vê yekê em armanc dikin ku li gelek bajarên Tirkiyeyê komxebat û hevpeyvînan li dar bixin, platformên aştiyê ava bikin û dengê xwe bi van platforman re bidin bihîstin. Em ê bixebitin ku bersiva pirsa "Çima ji min re aştiyê divê? bidin."