
Dayikên Aştiyê: Gavên pratîk biavêjin
- 15:42 7 Nîsan 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê û MEBYA-DER, li Qoserê daxuyanî dan û gotin ku li bendê ne dewlet li dijî banga Abdullah Ocalan gavên pratîk biavêje.
Bi ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 40 roj derbas bûn lê hêj jî dewlet û îktîdarê tu gavên şênber neavêtine. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) û Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî bangê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin” û “Na ji şer re aştî a niha” hatin berzkirin.
Ji Dayikên Aştiyê Tenzîle Agatay diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: “Em bang li dewletê dikin; Serokê me destê aştiyê dirêj kir. Em dixwazin dewlet jî bi vî destî bigire. Em dixwazin tecrîda li ser Serok bê rakirin û girtî bên berdan. Em naxwazin zêdetir mirin çêbibin. Dixwazin hêsirên çavên dayikan bisekinin.”
Dayika Aştiyê Rabîa Kurtay jî anî ziman ku ji bo hevdîtinên tên kirin bigihijin encamê divê dewlet gavan biavêje û got: “Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana da ku ev pêvajo bi awayekî birûmet bi ser keve. Em dixwazin bi hev re azad bijîn.”
Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Tekîn jî destnîşan kir ku tevî banga Abdullah Ocalan jî AKP û dewletê hêjta tu gav neavêtine û got: “Li rexekî banga aştiyê û li rexa din domandina şer nayê qebûlkirin. PKK’ê bi bangê re agirbest ragihand. Lê dewletê her roj êriş domandin û komkujiyan dike. Dayikên me 50 sal in êş dikişînin. Bila tu dayikên din van êşan nekişînin. Hêvî û baweriya me heye. Ev tenê bi axaftinê nabe. Em dixwazin bikevin nava pratîkê. Em ji birêz Ocalan bawerin. Wî gavekî erênî avêt. Ev ji bo Rojhilata Navîn, Kurdan û her kesî firsendeke. Em ê bi Rêbertiya azad, civaka demokratîk xwe birêxistin bikin. Em ê her tim li kolan û qadan bin.”
Birayê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Ferhat Kurtay û endamê MEBYA-DER’ê Mehmet Ferît Kurtay jî daxuyand ku daxwaza aştiyê ya gelê Kurd û Tirk û gelên Rojhilata Navîn êdî divê neyê taloqkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Aştî ne nîşaneya dayina tawîzan ne jî nîşaneya qelsiyê ye. Aştî, pêşeroja gelên Kurd û Tirk e. Ji bo ev firsenda dîrokî neyê pûçkirin divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire û piştgiriyê bidin diyalog û muzakereyan.”
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.