
ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2025'AN
- 09:00 22 Nîsan 2025
- Rojev
* Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Stenbolê Pinar Kamîle Kandal derbarê xebatên meclîsa jinan a Stenbolê de axivî û da zanîn ku ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vebêjin û xebatên rêxistinkirinê bimeşînin bi jinan re hatine gel hev. Pinar Kamîle Kandal got wê jin bibin bersiva banga Abdullah Ocalan. BI DÎMEN
* Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay derbarê xebatê jinan yên ji hilbijartinan heta niha meşandin de axivî û got: “Em di esasa daxwazên jinan de soz didin ku gelek projeyên jinan van 5 salan de bikin jiyanê.” BI DÎMEN
* Endama TAJÊ Riham Hesen derbarê nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo êzidiyan şandiye de axivî û da zanîn ku namze ji bo civaka êzidî gelek girîng e û ji vir şûnde di hemû xebatan de wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bê girtin. Riham Hesen got: “Em wek TAJÊ azadiya Serok Apo azadiya xwe dibînin.” BI DÎMEN
*Yuksel Mutlu derbarê banga sedsalê de axivî û got: “Ev bang li gorî sekn û îdeolojiya serdemê ye. Hemû civak, bawerî divê xwedî lê derketin û piştgiriyê bidinê. Butçeya şer ji bêrîka gel derdikeve. Hemû kes mexdurî vî şerî ne.” BI DÎMEN
*Rojnameger Nûjîn Êzidî Roja Rojnamegeriya Kurd li rojnamegerên ku li ser şopa heqîqetê dimeşin pîroz kir û destnîşan kir ku rojnameger tenê bûyeran ranagihînin di heman demê de bi civakê re dibin yek, dibin neynik û îfadeya rastiya civakê. BI DÎMEN