Piştî fermanê bi 11 salan: Dengek got ‘Ew heval e’

  • 09:07 4 Tebax 2025
  • Rojane
Stêra Can 
 
ŞENGAL - “Seat  10’ê şevê bû û dengek hat, qelebalixî çêbû, herkes rabû ser xwe. Bavê min got çi bû yekî got DAIŞ gihiştiye vir. Em rabûn ser xwe û me dest bi meşê kir. Em hinek çûn lê di wê kêliyê de yek hat pêşiya me sekinî, jinek bû û çeka wê hebû. Me got gelo ev kî ye û çi ye, piştre gotin ev heval e. Ew jina xwedî çek û rext ji me re got tiştek nîn e bimeşin, rê nîşanî me da.” Ev gotin gotinên Berfîn Xelef a ku di dema fermanê de di 8 salî bûye ne.  
 
Berfîn  Xelef ji gundê Zorava ye û di dema êrîşa DAIŞ’ê de 8 salî bûye. Berfîn ku xwedî du xwişk û birayek e, delaliya malê bû, jiyana wan her xweş bû lê ev kêfxweşiya wan bi êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê re bi dawî dibe. Berfîn û malbata xwe ji bo xwe ji fermana herî hov a sedsalê xilas bikin berê xwe dan çiya.  Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê ji bo ku çete negihîjin wan di tarîtiya şevê de ber bi nediyariyê ve dimeşiyan. 
 
Berfîn serpêhatiya xwe vedibêje
 
Berfîn ku wek her zarokek êzidî bi hovîtiya herî mezin a sedsalê re rûbirû ma, wiha ji me re behsa roja fermanê, meşa ber bi çiyê ve kir: “Sibeha fermanê ji aliyên qublet hinek nasên me li bavê min geriyan û gotin DAIŞ ketiya Şengalê. Heta esrê em li malê bûn û em ji mal derneketin. Piştî saet 4'ân  xelk ji gund derketin û seyareya me jî tune bû. Me got em ê çi bikin, mezinê eşîra me telefonî me kir got çima hûn nayên me got erebe nîn e, ji me re got bisekinin ez têm.Ji gundê Bekira wê bihata, lê di dema ketina Zoravayê de DAIŞ'î rêya wî dibirin û jê re gotine diçî ku wî jî gotiye 'diçim gundê Zorava lê ez ê dernekevim', wisa çeteyan destûr dane ku derbas bibe û bavê min hat.  Em 7 malbat bûn, me hemûyan bi xwe re bir û em derbasî gundê Bekiran bûn û em li wir man. Lê piştî du rojan me dît DAIŞ'î ber bi gundê ku em  lê ne tên. Bavê min û mamên min gotin em ê biçin şerê çeteyan û çûn. Piştî du rojan kurmamê min şehîd bû. Piştre mezinên eşîrê ji me re gotin biçin çiyê heta rewş zelal dibe. Her yek ji me av û nan hilda û me berê xwe da çiya. Em du rojan di rê de man, hingî em westiyabûn me nedikarî bimeşin. Xwişka min a biçûk hingî westiya bû li erdê rûnişt û ranebû, got ez êdî nikarim min hilgirin, biçûk bû jî fam nedikir. Dayik û bavê min gotin 'were' lê nehat û me ew li wir hişt û em çûn. Lê ez lê vegerim û min got heta xwişka min neyê ez jî nayêm. Ez çûm min ew hilda û me dest bi meşê kir. Em çûn cihekî sekinîn. Cihekî fireh bû av jî lê hebû, gelek kes li wir bûn. Herkes birçî û tî bû. Li wir kesek ku pezê wî hebû ji milet re got her yekê ji xwe re pezek bibin, serjêkin û bixwin. Me bi vî awayî sê rojên xwe derbas kirin.”  
 
Mayîna li çiya, tirsa DAIŞ'ê û peyva 'heval' 
 
Berfînê pêvajoya mayîna li çiya, tirsa ku dê DAIŞ bigihêje wan û cara yekem dîtina jineke bi çek û bihîstina peyva heval, bi van hevokan anî ziman: “Seat bû 10’ê şevê û carê ve dengek hat, qelebalixî çêbû, herkes rabû ser xwe. Bavê min got çi bû yekî got DAIŞ gihiştiye vir. Em rabûn ser xwe û me dest bi meşê kir. Em hinek çûn lê di wê kêliyê de yek hat pêşiya me sekinî, jinek bû û çeka wê hebû. Me got ev kî ye û çi ye, piştre kesek got ev heval e. Ew jina xwedî çek û rext ji me re got tiştek nîn e bimeşin, rê nîşanî me da. Em heta nêzî Sûriyeyê meşiyan. Şev bû me got em hinek behna xwe vedin. Piştî demekê min ji malbata xwe re got ez diçim tiştekî xwe bînim û ez rabûm çûm. Lê di dema hatinê de ji ber tarî bû, min rêya xwe winda kir. Ji ber tu ronahî jî nîn bû min nedizanî ez li ku me. Ez hinek meşiyam lê do wê navberê de kesek derket pêşiya min û ji min re got 'bi min re were' lê min got ez nayêm. Dixwest min bi darê zorê bi xwe re bike lê dema min bang kir bavê min dengê min seh kir û banî min kir. Min jî banî wî kir û hat min bir.” 
 
'Derbasbûna Rojava, mayîna li Başûr û vegera Şengalê'
 
Berfînê û malbata xwe wekî bi hezaran êzidî bi rojan li çiyê dimeşin da ku xwe bigihînin cihekî bi ewle. Lê di dema meşa çiyê de malbata rastî dayikek tên ku du zarokên wê jî pêre ne, dayik ji ber rê nizane ji malbata Caklîn dixwaze ku ew û du zarên wê jî bi wan re bimeşin. 
 
Di domandina axaftina xwe de Caklîn van tiştan tîne ziman: “Me dîsa dest bi meşê kir.  Lê vê carê dayik û du zarokên wê jî li gel me hatibûn. Lê piştî demekê hinek kes derketin pêşberî me, av û xwarin dan me û ji me re gotin li vir bisekinin em ê bên. Ji wan re jî digotin heval. Piştî demekê çûn seyare anîn û bi wê seyareyê em derbasî kampa Rojava bûn. Sibehê dema ez rabûm min dît kesên li wir her tişt ji me re anîne, dora me tijî însana e. Me  got em dixwazin biçin Başûr û piştre em derbasî başûr bûn. Em 40 rojan li Şêx Xadî man. Em salek li başûr man û bi 7 malbatan re di dibîstanekê de em man. Piştre rêya Şengalê vebû bavê min got 'em biçin ez nikarim li vir bimînim ger hûn neyên ez ê tenê biçim' û me got em jî tên. Li ser vê yekê di sala 2016’an de em vegeriyan gundê xwe.” 
 
Ka dengê însanan, ka dengê çûkan... 
 
Berfînê bi malbata xwe re piştî salek mayîna li Başûr, vedigere gundê xwe, gundê zarokatiya xwe. Lê Berfînê dema tê gundê li pêşberî xwe gundekî ku hatiye hilweşandin û wêrankirin dibîne. Ev yek dilê Berfînê diêşîne û ev êşandin di dilê wê de dibe hêrs, hêrsa tolgirtinê. Têkildarî vegera gundê xwe Berfînê wiha dibêje: “Dema em hatin gundê xwe ji derveyî me du malên din hebûn û wekî din  tu mal tunebûn. Tenê em sê mal bûn. Dema fermanê û vegera gundê xwe ez ewqas ne mezin bûm.  Di dema hatinê de tu dengek nîn bû û min got ka dengê însanan, ka dengê çûkan. Dema min rewşa gundê me, warê me dît min dest bi girî kir û min got çi bi gundê me hatiye.” 
 
Wek endameke ragihandinê li ser şopa Şehîd Nûjiyan e 
 
Befîn ku di temenê xwe yê biçûk de bi fermana herî hov û dijwar re rûbirû ma, bi vê hêrsa fermanê û tolgirtinê mezin dibe. Caklîn niha wek rojnamegerek li ser şopa şehîd Nûjiyan dimeşe. Şehîd Nûjiyan ji bo ragihandina dengê jinên êzidî û civaka êzidî canê xwe da.  
 
Herî dawî jî Berfîn Xelef ji me re behsa çawa biryara tevlibûna nav kar û xebatên ragihandinê daye, kir: “Piştî min tiştên ku jin û keçên êzidî jiyan dît, min  li ber xwe da û min ji malbata xwe re got ez ê biçim ragihandinê ango çapemeniyê. Piştî ku ez gihiştim asta ka çi bi serê êzidiyan, jinên êzidî hatî, min got ez ê bibim dengê jin û civaka xwe, dengê wan bigihînim hemû cîhanê. Ez dixwazim dengê jinên êzidî bigihînim her derê û bila hemû cîhan bibîne û bibihîze ka çi bi serê jin û civaka êzidî de hatiye.”