Komeleyên Elewî yên li Semsûrê: Divê jin pêşengiya pêvajoyê bikin

  • 09:05 4 Tebax 2025
  • Rojane
SEMSÛR - Saziyên Elewî der barê pêvajoyê de nirxandin kirin û gotin divê komar demokratîk bibe û wiha got: “Em bawer dikin ku wê jin pêşengiya avakirin pêvajoya nû bikin.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir û PKK’ê di navbrea 5-7’e Gulanê de kongreya xwe pêk anî û biryara feshê da.  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê tabaxê de banga duyemîn ‘manîfestoya civaka demokratîk’ kir û li ser vê di 11’ê Tîrmehê de 30 gerîlayî li Silêmaniyê merasîma şewitandina çekan pêk anî.
 
Hevseroka Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal Asli Demîrcî û Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Melek Ruşen der barê pêvajê de axivîn.
 
‘Em ji gavên hatine avêtin bi hêvî ne’
 
Asli Demîrcî bi lêv kir ku gavên ji bo aştiyê hatine avêtin hêviyê didin wan û got: “Wek jineke Kurd a Elewî hêvî û baweriya min bi aştiyê heye. Baweriya min heye ku ev şerê 50 salî bi dawî bibe. Fikir û nêrînên serokatiyê ji jinan re qada têkoşînê vekirine. Di avakirina pêvajoya nû de baweriya min heye ku jin wê pêşengiyê bikin.”
 
‘Banga serokatiyê hêvî xurt kirin’
 
Asli Demîrcî her wiha di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku aştî bi gavên beramber wê pêk bê û di vê mijarê jî wiha anî ziman: “Banga serokatiyê hêviyên aştiyê xurt kirin. Danî holê ku divê çek bên berdan û siyaseta demokraktîk bê meşandin. Serkeftina pêvajoyê bi gavên  hevdem pêkane. Divê gav ji aliyê her du aliyan ve jî bên avêtin.”
 
‘Gel tevî her tiştî bi hêvî ye’
 
Melek Ruşen jî diyar kir ku pêvajo gelek bi nirxe û divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve û wiha anî ziman: “Berê jî pêvajoyên aştiyê hatin axaftin lê xera bûn. Bi vê re êşên mezin hatin jiyîn û bi gel re bêbaweriyek mezin afirî. Lê tevî her tiştî hêviya gel heye. Em aştiyê dixwazin. Ev jî wê bi demê re pêk bê.  Divê komîsyonên herêmî di navbera xwe de komîsyonan ava bikin û pêvajoyê ji gel re vebêjin. Em şer naxwazin. Şer bi kesî nade qezenckirin. Lê aştî wê gel xurt bike. Dviê komar demokratîk bibe. Şer û tundî bi welat nade qezenckirin.”