‘Ji bo azadiya Birêz Ocalan bi biryara KWKE’yê qeyûm hatiye tayînkirin’

  • 09:04 20 Îlon 2025
  • Rojane
Evîn Çiftçî
 
DÎLOK - Endama OHD’ê Berîvan Ozpolat der barê biryara KWKE''yê ya ku der barê dosya ‘Koma Gurban’ ya ‘Mafê hêviyê’ dihewand axivî û got: “Ji bo azadiya Birêz Ocalan bi biryara KWKE’yê qeyûm hatiye tayînkirin. Divê KWKE bikeve nava pratîkên li gorî polîtîkayên damezerandina xwe.”
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) biryara xwe ya têkildarî “Koma Gurban” ku “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan jî digire nav xwe, da. Komîteyê ku dema berê ji bo avêtina gavan salek dem dabû Tirkiyeyê, careke din heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê. Bertekên li dijî biryarê her diçin mezin dibin. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê Berîvan Ozpolat der barê biryarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Divê demildest sererastkirinên qanûnî bên kirin’
 
Berîvan Ozpolat daxuyakirin ku naverokeke biryara ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) daye  bê nîqaşkirin tune ye û bendewariyên wan nehatine cih. Berîvan Ozpolat wiha vegot: “Em li naverokê dinêrin ji kontrolkirinê wêdetir, xwestekê dihewîne. Dewletên endamên armanca avakirina KW KE’yê divê gorî Peyman aMafê Mirovan a Ewropayê û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê tevbigerin.Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê 10 sal breê biryar dabû ku mafê hêviyê ya ji bo birêz Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan de hatiye binpêkirin. Tevî vê mijar çûye ber komîsyonê lê em dibînin mijar baş nehatiye nirxandin.Em dixwazin der barê vê de demildest sererastkirinên qanûnî bên dayîn. Divê komîsyona li meclîsê ava bûye rola pêşeng bilîze.”
 
‘Desthilatdariya siyasî bêdenge’
 
Berîvan Ozpolat wiha daxuyand: “Biryara hatiye dayîn bandorek neyînî li pêvajoyê nake.  Bi biryara KW KE’ê qeyûm tayînê mafê azadiya Birêz Abduullah Oclan hatiye kirin.Mixabin der barê bendewariyên gel de gavên esas nayên avêtin. Gavek şênber wê bi civakê re jî zelaliyê ava bike. Mixabin desthilatdarî bêdenge. KWKE gavên ku divê Tirkiyeyê bavêta nedaye ber Tirkiyeyê. Em dixwazin van gavan bidin ber Tirkiyeyê. Divê demildest KWKE  demildest bikeve nava pratîkên li gorî polîtîkayên damezerandina xwe. Divê ji şaşiyan vegerin.”