Xeta Alo Tundî ji nûve di xizmetê de ye: Em ligel jinan e

  • 09:05 20 Îlon 2025
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Xeta Alo Tundî ya di 2009’an de bi tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat girtin, ji nûve ket xizmetê. Hevşaredar Serra Bucak balkişand ser girîngiya Xetal Alo Tundiyê û got: “Ji ber em hest û biryarbûna ‘em ligel we ne’ nîşanî jinan didin pir kêfxweşin.”
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 2015’an de bi armanca piştgiriya jinan ‘Xeta Alo Tundî’ vekir. Di 2019’an de ji aliyê qayiman ve hat girtin.  Şaredariyê ‘Xeta Alo Tundî’ di 17’ê îlonê de bi lansmanekê ji xizmetê re vekir. Jinên di bin tehdîda tundiyê de dikarin ji ser numareya 444 36 21 piştgiriyê bigirin.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak der barê ji nû ve vekirina Xeta Alo Tundî de axivî.
 
‘Em pir kêfxweş in’
 
Serra Bucak der barê zimeta xetê de axivî û got: “Em pir kêfxweşin.Me xet ji nûve kir û me kir xizmeta jinan. Jin bi şev bi roj dikarin di rewşên tundiyê de li vê xetê bigerin. Di vê qadê de ji ber em hest û biryarbûna ‘em ligel we ne’ nîşanê jinan didin pir kêfxweşin.”
 
‘Hêza me ya em pêşî li tundiyê bigirin heye’
 
Serra Bucak da zanîn ku ji 2001’ê heta niha li hember destkeftiyên jinan êrîşên cidî hene û ev jî dibe sedema zêdebûna qetilkirin û tundiya li ser jinan. Serra Bucak daxuyakirin ku tevî hemû êrîşan xurtin û wiha got: “Bi sala 2001’ê re pêvajoyeke ku têkoşîna jinan di rêveberiyên herêmî de ketiye jiyanê heye û ji 2001’ê heta niha navên nedanên piştevaniya jinan guherîn, kapasîteyên wan pêş ketin, astên wê pêş ketin. Navenda piştevaniya jinan DÎKASUM heye. Ji DÎKASUM’ê Xeta Alo Tundî û Îstasyona Gava Ewil heye. Piştre jî stargehên me hene. Mixabin hemû li pey hev hatin girtin an jî bê bandor hatin hiştin. Lê tevî êrîşan hêza me ya em pêşî li tundiyê bigirin heye.”
 
‘Ger em komînunan ava bikin divê em bi hev re bikin’
 
Serra Bucak destnîşan kir ku pir caran ji bre zexta civakî û tirsa ku tundî dubare bibe nayê ziman û wiha vegot: “Bi hîn bêtir bi hatina gel hev dikarin vê rewşê biguherin. Bêguman tundî rewşek bi êşe. Bêguman tundî bi hêsanî nayê ziman. Pirsgirêkek bi hêsanî nikare bê îfadekirinê ye.  Em vê dizanin  û divê xeta tundiyê hîn bêtir bi bandor be bê nasîn. Riya çareseriya vê jî hevdîtinên lig undan û taxane. Divê em ji taxan dest pê bikin û meclîsên jinan komunên jinan ava bikin. Ev jî divê bi hev re bê kirin.”
 
‘Em ligel jinan e’
 
Serra Bucak di dawiyê de wiha got: “Divê jin bizanibin ne tenê ne. Divê bizanibin ku mekanîzmayên serlêdanê hatine zêdekirin. Divê em bi hevdîtinan ligel hev bin. Divê li her cihê em ligel hev bin û gotina xwe bêjin.Divê em tora piştevaniyê mezin bikin. Em li virin. Em bi xeta Alo Tundî 444 36 21 li virin. Bila ji bo lêgerîna xetê xwe nedin alî.”