Li girtîgeheke Îranê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 09:46 20 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku girtiyek li Girtîgeha Qerçekê Cemîla Ezîzî, bi guman jiyana xwe ji dest daye. Hate diyarkirin ku Cemîla Ezîzî bi nexweşiyên giran bû û dermankirina wê hatibû astengkirin.
 
Komeleya Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku jineke bi navê Cemîla Ezîzî ku bi sûcên darayî hatibû mahkûmkirin, di 10’ê Îlonê de li Girtîgeha Qerçekê bi guman jiyana xwe ji dest daye.
 
Li gorî agahiyan, Cemîla Ezîzî demek dirêj bû ku nexweşiyên giran lê peyda bibûn û seranserê laşê wê diwerimî. Lê, rayedarên girtîgehê ji 10 rojan zêdetir bû nedihiştin ku ew biçe nexweşxaneyê û dermankirina wê ya bi bandor nehat kirin.
 
Li gorî heman çavkaniyan, kefalet ji bo Cemîle Ezîzî hatiye dayîn û tê payîn ku di rojên pêş de cenazeyê wê were radestkirin. Malbat û hevalên wê, ji ber mirina wê rayedarên girtîgehê sûcdar kirin.
 
Mirina Cemîla Ezîzî careke din rewşa xirab a girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Qerçekê û nebûna derfetên tenduristiyê derxistiye holê.