
'Em bibin yek, bawer bikin û bêdengiyê xera bikin'
- 09:02 5 Cotmeh 2025
- Çand û Huner
AMED - Derhênera belgefîlma "Li Dengê Azadiyê Da" Zaînab Entezar diyar dike ku bi riya hunerê dengê jinên Afgan bi cîhanê dide bihistin û got bi têkoşîna yekbûyî ya jinan wê guherîn pêkan be.
Belgefîlma "Li Dengê Azadiyê Da" ku têkoşîna jinên Afgan vedibêje di 9’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed de hat nîşandan. Derhênera Belgefîlmê û endama jujiya navneteweyî Zaînab Entezar da zanîn ku di belgefîlmê de têkoşîna du xwişkên efgan a li dijî Talîban tê vegotin.
Zaînab Entezar ku di 2014’an de kurtefîlmê bi navê Maryam kişand, belgefîlma xwe ya Li Dengê Azadiyê Da ji Afganîstanê heta cîhanê xeta berxwedanê nîşan dide ji JINNEWS’ê re vegot.
‘Li dijî zilmê serî natewînin’
Zaînab Entezar da zanîn ku ew nivîskar, sînemevan û aktîvîstek civakiye û wiha got: “Ez ji Afganîstanê mel ê ji ber şer neçar mam biçim welatekî din. Dema Talîban hat hemû mafê jinan ji dest girt. Di belgefîlm de têkoşîna jinan a li dijî Talîban tê vegotin. Heman demê de belgefîlm nîşan dide ku jinên Afgan li dijî zilmê serî natewînin.
‘Wê kê çîroka wan vebigota?’
Zînab Entezar destnîşan kir ku tiştên ku jinên Afgan dijîn vegot û girîngiya çîroka ku vedibêje jî anî ziman. Zaînab Entezar wiha vegot: “Ez jî jinim, wek hemû jinên Afgan. Du nasnameyên min hene. Yek ez jinek Afganim ya din jî ez li AFganîstanê dijîme. Min got ez vî fîlmî çênekim wê kî çêbike?Ez ji xwe sînemavanim. Min xwest dengê jinan bilind bikim.Divê hemû jinên cîhanê bibin yek. Ji ber xwedî tecrubeyên hevparin. Dikarin vî awayî mafên xwe bi dest bikin. Bi têkoşîna yekbûyî dikare guherîn pêkan be.”