
Axîn Elî: Li dijî zîhniyeta mêr têdikoşin
- 09:04 5 Cotmeh 2025
- Rojane
Derya Ren
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Komîteya Kongra Star Axîn Elî, der barê polîtîkayên hikûmeta Şamê de nirxandin kir û got: “Entegrasyona em behs dikin, ji bo parastina mafê gelan, îrade û zimanê me ye. Lê hikûmeta demkî ya Şamê tişta ji entegrasyonê fêm dike, qetilkirine. Em ê wek jin li dijî van zextan bin.”
Bi hatina hikûmeta demkî ya Şamê re krîz û kaosa li Sûriyeyê gihişt qonaxek din. Piştî lîderê HTŞ’ê Ahmet El Şara xwe wek serokomarê hikûmeta Şamê îlan kir şûnde 12’yê Adarê de pêşnûmeyeke destura bingehîn ya 53 salî xist meriyetê û xalên ku jinan diparêzin nîqaş jî bixwe re anîn.
Li aliyê din saziyên jinan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Peymana Jinan a Civakî xebatan didomîne.
Seroka Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Star Axîn Elî der barê mijarê de axivî.
Axîn Elî da zanîn ku hikûmeta Şamê bi tu awayî jinan temsîl nake û li gorî berjewendiya hêzên hegemonîk tevdigere. Axîn Elî wiha dirêjî dayê: “Em li hikûmeta ava bûye dinêrin bi tu awayî jinan temsîl nake. Çend jin di kabîneyê de cih digirin. Lê ev jin bi giştî bi zîhniyeta wan teşe bûye. Di kabîneyê de jinek kurd û jinek Suryan heye. Ev jî ne di rewşa ku mafê gelan biparêzin. Ji ber ji zîhniyeta serdets re xizmetê dikin.”
‘Jin li her qadê têdikoşin’
Axîn Elî destnîşan kir ku hikûmeta demkî hewl dide jinan bixe nav çar dîwaran û wiha pê de çû: “Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê xwedî tecrubeyek mezin in. Bi salane em li dijî zîhniyeta mêr têkoşîna xwe mezin dikin. Em li dijî vê zîhniyetê li her derê têdikoşin. Li Sûriyeyê jib o jinan konferans hatin kirin. Me jinên Bakur û Rojhilatê Sûrieyeyê xebat meşandin.”
‘Siyaseta demokratîk bi hebûna jinan dikare bê avakirin’
Axîn Elî axaftina xwe wiha domand: “Ji bo me ya esas xwerêxistinkirina jinane û afirandina qadên parastinê ne. Li cihê jin hebe edalet, demokrasî û wekhevî heye. Siyaseta demokratîk bi hebûna jinan dikare bê avakirin. Hikûmea Şamê jinan temsîl nake. Em jinên Bakur û Rojhilaê Sûriyeyê dixwazin ku qanûnên ku li Sûriyeyê jinan diparêze bên derxistin. Em bi biryarin ku mafên jinan bixin bin ewlehiyê. Em wek rêxistinên jinan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Peymaneke Jinan a Civakî dixebitin. Em jiyaneke bi hev re diparêzin.”
Xebatên entegrasyonê
Axîn Elî li ser nîqaşên entegrasyonê jî sekinî û got: “Entegrasyona em dibêjin û ya hikûmeta Şamê dibêje ji hev cudane. Entegarasyona em dibêjin, ziman, hebûn, îrade û cudahiyan diparêze. Lê ya ku Hikûmeta Şamê dibêje teslimiyete, qetilkirine. Em ê wek jin li dijî vê têbikoşin.”