
Kongra Star: Komplo li dijî tevahî mirovahiyê pêk hat
- 14:39 5 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star, li dijî Komploya Navnetewî ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir daxuyanî da û got: “Komplo ne li ser şexsê Rêber Apo tenê hat kirin lê li ser mirovahiyê tevahî pêk hat.”
Kongra Star bi boneya nêzîkbûna salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kiribû, li bajarê Qamişloyê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Daxuyanî bi amadebûna endamên Rêxistina Kongra Star, endamên Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser li pêşiya navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê hat xwendin.
Daxuyaniya ku ji aliyê endama Rêxistina Kongra Star, Esmehan Sedo ve hat xwendin wiha bû: “Bi navê Kongra Star a bajarê Qamişloyê em komploya navnetewî ya ku li ser Rêber Apo pêk hat şermezar dikin. Komplo ne li ser şexsê Rêber Apo tenê hat kirin lê li ser mirovahiyê tevahî pêk hat. Ji ber fikir û felsefeya rêbertî ne tenê ji bo mafên Kurdan ji bo mafên tevahî mirovahiyê, bi taybetî ji bo mafên jinên cîhanê bû. Her kes dizane fikir û felsefeya Rêbertî li cîhanê belav dibe û jin xwe ji zincîrên koletiyê rizgar dikin. Wê wekhevî, demokrasî, hezkirin, hevjiyana azad, zanist, azadî hwd. pêk were. Ev jî ne li gorî berjewndiyên dewletên desthilatdar û sîstema baviksalarî ye.
‘Rêber Apo gavên herî girîng ji bo aştiyê avêt’
Ev 27 sal in Rêbertî di nava çar dîwaran de ye lê bi her peyam û nameyan Rêbertî dida xuyakirin ku ji mirovahiyê re ji bo aştiyê dixebite. Ew ji bo aştî û wekheviyê her dem di nava hewldanan de ye lê heya vê gavê jî ne dewleta Tirk a faşîst, ne dewletên navneteweyî tu gav navêtine ji bo aştiyê.
Em jinên ku bi felsefeya Rêbertiyê ava jiyana azad vexwarine em ê heya nefesa xwe ya dawî li pey vê dozê bin heya ku rêberê me bi fizîkî azad bibe û hemû jinên cîhanê azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em careke din dibêjin em ê li ser riya fikir û felsefeya rêberê mirovahiyê û aştiyê bin, heya ku Rêber Apo azad nebe em tu carî azad nabin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bê Serok Jiyan nabe” bi dawî bû.