Xelat diyariyê rojnamegerên jin yên hatine qetilkirin hatin kirin

  • 23:00 8 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED - Rojnamegerên di merasîma Xelata Rojnamegeriya Jinê ya Gubetellî Ersoz ya ji aliyê MKG’ê ve îsal cara yekemîn pêk tê, girtin, xeyalên xwe diyariyê rojnamegerên jin yên hatine qetilkirin, kirin.
 
Xelatên Rojnamegera Jinê ya Gubetellî Ersoz ku îsal cara yekemîn ji aliyê Komeleya Rojamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve pêk tê, li Amedê li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmed (navenda Çand û Kongreyê a Sezaî Karakoç)  bi merasîmekê hatin dayîn. MKG, Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) rojnameger, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Dayika Gubetellî Ersoz Fatma Ersoz, siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, hevseroka Partiya Demokratîk a Herêma (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Xebatkarên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) û rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.
 
Rojnameger Semîha Alankuş, Hatîce Kamer û Hesna Muhamed endamtiya juriyê kirin û di beşa nûçeyên Kurdî de nûçeya bi mijara ‘xelata yekemîn’ xelat girt.
 
Diyariyê jinan hat kirin
 
Di beşa Kurdî de ji JINNEWS’ê Rojda Aydin û Dîlan Babat xeyla xwe ji aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elter girtin. Rojda Aydin da zanîn ku ew xelata xwe diyariyê Nagîhan Akarsel dike. Dîlan Babat jî daxuyakirin ku ew xeyala xwe diyariyê Jîna Emînî, Pexşan Ezîzî, Zeynep Celaliyan û Werîşe Muradî dike.
 
‘Diyariyê Cîhan Bîlgîn dikim’
 
Di beşa Nûçeya Tirkî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut hêjayê xelat hat dîtin. Endama Lijneya Weşana Kovara Jîneolojiyê Fîgen Aras xelat da Zeynep Durgut. Zeynep Durgut di axaftina xwe de diyar kir ku ew xelata xwe diyariyê Cîhan Bîlgîn dike.
 
‘Diyariyê Rosîda Mardîn dikim’
 
Di beşa nûçeyên Tirkî de xelata juriyê ya taybet  hêjayî Yeşîm Oruç û  Necla Demîr Arvas hat dîtin. Yeşîm Oruç xelata xwe ji seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan îşbîlen girt û Necla Demîr Arvas jî ji rojnameger Nezahat Dogan girt.
 
Necla Demîr xelata xwe diyariyê hemû girtiyên jin kir. Yeşîm Oruç jî diyariyê Rosîda Mardîn kir.
 
Di beşa nûçeya Vîdeo-dîmen de ji JINNEWS’ê Derya Ren hêjayî xelatê hat dîtin. Ji komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê Zeynep Karayilan xelata Derya Ren dayê.
 
Di beşa wêneyan de ji Ajsan Pîr Haber Fatoş Sarikaya hêjayî xelatê hat dîtin. Seroka DFG’ê Kesîra Demîr xelata wê dayê.
 
Rojnameger Sonay Odungît jî hêjayî xelata taybet a juriyê hat dîtin. Hevberdevka Meclîsê ya endama meclîsa şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan xelata wê dayê.
 
Xeyla rumetê jî ji bo Dayikên Aştiyê hat dayîn. Rojnameger Munevver Karademîr xelat da Dayikên Aştiyê.
 
Piştî merasîma xelatan hunermenda Kurd Eylul Nazlier stran got.
 
Merasîm bi kişandina wêneyan bidawî bû.