Merasîma Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gubetellî Ersoz destpê kir

  • 20:44 8 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
AMED-Xelatên Rojnamegera Jinê ya Gubetellî Ersoz ku îsal cara yekemîn ji aliyê MKG’ê ve pêk tê, li Amedê li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmed bi merasîmekê wê bên dayîn.
 
 Xelatên Rojnamegera Jinê ya Gubetellî Ersoz ku îsal cara yekemîn ji aliyê Komeleya Rojamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG’) ve pêk tê, li Amedê li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmed (navenda Çand û Kongreyê a Sezaî Karakoç)  bi merasîmekê wê bên dayîn. MKG, Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) rojnameger, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Dayika Gubetellî Ersoz Fatma Ersoz, siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, hevseroka Partiya Demokratîk a Herêma (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Xebatkarên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) û rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.
 
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê a ji bo rojnamegerên hatine qetilkirin hat destpêkirin.
 
‘Em jinên wek Gubetellî Ersoz ji xwe re mînak digirin’
 
Piştre seroka MKG’ê Roza Metîna axivî. Roza Metîna balkişand ser girîngî û wateya rojê û wiha got: “Hatina we ya li vir hêzek mezin dide me. Em li hember şehîdan bi rêzdarî serî ditewînin. Em der barê rojnamegeriya jinê de gelek xebatan dimeşînin. Em têkoşîna ku Gubetellî Ersoz hiştiye didomînin. Gurbetellî Ersoz di demên herî zehmet de di Çapemeniya Azad de rûpelek nû vekir. Yekemîn derhêneriya jin a di Ozgur Gundemê de kir. Tu carê li dijî zextan serî netewand. Hat binçavkirin, girtin lê dîsa jî şûnde gav navêt. Li dijî zimanê mêr têkoşîn da. Ji ber vê ye ku em jinên wek Gurbetellî Ersoz ji xwe re mînak digirin.” 
 
Sînevîzyoneke ku têkoşîna rojnamegerên jin yên Kurd û Gurbetellî Ersoz vedigot hat nîşandan.
 
Merasîm bi axaftinan didome.