Li Enqereyê NÇM hat vekirin: Em ê li vir komuna xwe ava bikin

  • 19:54 26 Cotmeh 2025
  • Rojane
ENQERE- Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê li Enqereyê bi şahiyekê hate vekirin. Reyhan Yildirim di vekirinê de axivî û got: “Huner, parastina heqîqeta civakê ye. Ji bo gelê Kurd jî xwedî qadake berxwedanê ye.”
 
Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê ji bo li Enqereyê xebatên çand û hunerê bide meşandin li navçeya Çankayayê ya Enqereyê bi şahiyekê lhate vekirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên demokratîk, saziyên çand û hunerê, hunermend, nivîskar û gelek kes beşdarî şahiyê bûn. Her wiha gelek saziyan jî bi mabesta vebûnê kulîlk şandin. Qurdeleya navendê ji aliyê zarok û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ve hat birîn.
 
Rêvebera Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê Rozerîn Baltaş axivî û bi lêv kir ku wan bi awayekî komunal sazî vekirine û wiha got: “Çand ji bo me ne tenê qadek ew şewazeke berxwedanê ye. Em hem hunermendên jiyana xwe ji dest dane û ji me re ew mîratê hiştinê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev navend ji bo kesên ku xwişk û biratiyê ava bikin pirek e. Em ê li vir çand, azadî û komuna xwe ava bikin. Bijî civaka azad û komunal.”
 
‘Huner qadeke berxwedanê ye’
 
Rêvebera Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê Reyhan Yildirim jî anî ziman ku wan bi mabesta parastina çanda komunal a gelên Anatoliyayê sazî avakirine û ev tişt gotin: “Em di mîrateya Navenda Çandê ya Mezopotamya (NÇM) tên. NÇM li dijî yek çandû zimanî bi rê ket û bû qirîna gelên bindest. Navenda me jî wê bibe çirûska wan. Huner, parastina heqîqeta civake ye. Ji bo gelê Kurd jî xwedî qadake berxwedanê ye.”
 
‘Zimanê me têk biçe em ê jî têk biçin’
 
Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Ankayê (ANKA-DER) Ferîde Akturan jî bi zaravayê kirmanckî axivî û bal kişand ser rewşa zaravayê kirmanckî û ev tişt gotin: “Zimanê me li ber tunebûnê ye. Zimanê me têk biçe em ê jî têk biçin. Ji bo wê jî em bang li hemû kesan dikin ku xwedî li zimanê xwe derbikevin û bi zimanê xwe bijîn.”
 
‘Ew berbanga çand û hunera me ne’
 
Solîstê Koma Çaya hunermend Genim jî destnîşan kir ku ew ji rêyeke dûr û dirêj tên û gelek berdêl dane. Genim diyar kir ku ew ji mîrateya cangorî û Tevgera Çandê tên û ev tişt anîn ziman: “Ew berbanga çand û hunera me ne. Alî Temel di zindanan de şitleke azadî bû, Hogir kedkarê çandê bû, Apê Mûsa penûsa Kurdan bû. Weke ku Serokatî jî dibêje Apê Mûsa bi tena serê xwe têkoşîna çand û hunerê da. Em niha jî di qonaxekê de ne. Baweriya me bi Rêbertiya me û çand û hunera me heye.”
 
Piştre jî hunermend bi dorê derketin li ser dikê û stranên xwe gotin. Şahî bi stranan bi dawî bû.