ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2025'AN

  • 09:00 30 Cotmeh 2025
  • Rojev
*Dîlan Kunt Ayan da zanîn ku daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd a 26’ê Cotmehê gaveke girîng e û got dewlet ne pakêtên darazê yên otorîter divê qanûnên entegrasyona demokratîk a piştgiriyê dide vê gavê bike rojeva xwe. DÎMEN HEYE 
 
*“Bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareseriya pirsgirêka Kurd, çareseriyeke xwe dispêre daxwaza civakî; başkirine ku çavkaniyên aborî ji perwerdehî û tenduristiyê re hatiye veqetandin, başkirineke li gorî hewcedariyên civakî, pêşîgirtina qetilkirinên jinan, cînayetên kar ên zarokan, gelo wê zirara vê ji kê re hebe? Li şûna şer, pevçûn, binpêkirinên maf, çêkirin nûçeyên mezinkirina hêviyê wê hîn ne baştir bin?” JI PÊNÛSA JINAN 
 
*Xwendekarên ku tevli  kursên zimanê Kurdî yên MED-DER'ê dibin, bi salan e hewl didin ku zimanê xwe yê zikmakî hîn bibin û di heman demê de li dijî asîmîlasyonê têkoşîneke mezin didin. Xwendekarên ku tevli qursan dibin gotin, "Divê em zimanê xwe biparêzin ji bo ku ew hêdî hêdî winda nebe û ji dest neçe. Zimanê me hebûna me ye û em ê hebûna xwe biparêzin." DÎMEN HEYE