Ji Komeleya Mala Jiyanê pêşangeha keda jinan
- 20:04 29 Cotmeh 2025
- Rojane
RIHA - Komeleya Piştevaniyê ya Mala Jinan a Jiyanê pêşangeheke ku ji berhemên jinên tevli atolyeya kedê ya komeleyê bibûn pêk dihat vekir. Komeleyê diyar kir ku wê qurs bidomin û banga tevlibûnê li hemû jinan kir.
Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê li navçeya Karakupru ya Rihayê di avahiya komeleyê pêşangeha atolyeya kedê vekir. Gelek jin tevli vekirinê bûn û seroka komeleyê Sema Korgolu axaftinek ir û da zanîn ku hemû berhemên di pêşangehê de ji aliyê qursiyerên jin ve hatine çêkirin.
Sema Koroglu daxuyaikrin ku wê qursên wan bidomin û banga tevlibûnê li hemû jinan kir. Piştî axaftinê pêşangeh hat vekirin.







