Ji jinên DEM partiyî ji bo aştiyê banga yekitiyê

  • 19:11 29 Cotmeh 2025
  • Rojane
ÎZMÎR -  Jinên DEM Partiyê bang kirin ku divê ji bo aştiyê ked bê dayîn û wiha gotin: “Aştî ne tenê bê şerbûne, aştî destpêka jiyanek nû, edalet û wekheviyê ye.”
 
Meclîsa Jinan a Karabaglar a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li avahiya navçeyê bi dirûşmeya ‘em aştiyê dixwazin’ hatin gel hev. Panktra ‘Jin jiyan azadî’, ‘Aştî destê jinan de ye’ hatin daliqandin û bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘ji şer re na aştî hema niha’ hat berzkirin. Metna daxuyaniyê ya Kurdî Emîne Bozdag ya Tirkî jî Berfîn Tunç xwend.
 
‘Aştî jiyaneke bi rumete’
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di vê pêvajoya dijwar  ku welat tê re derbas dibe, ew careke din bangewaziya xwe ya ji bo aştiyê, diyalogê û jiyana hevbeş dubare dikin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di van rojên ku hemû beşên civakê di bin hesteke kûr ya tengezarî  û bê baweriyê de ne, em bawer dikin ku aştiyeke bi rûmet adil û mayînde pêkan e.Şer, xwîn, hêrs û dijminatî; di wijdana hevbeş a mirovahiyê de birînên kûr vedikin.Her gule, her windahî, her wêranî; ji pêşeroja gel, ji hêviya zarokan tiştekî kêm dike.”
 
‘Em li dijî şer in, li dijî nijadperedtîyê ne’
 
di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Aştî ne qelsî ye; berevajî, ew îradeya herî bihêz a jiyana hevpare. Aştî; misogerkirin hemû  nasname, çand, ziman û baweriya ne.Wekî  Mejlîsa Jinan Partiya DEM em bawer dikin ku:Aştî, bi diyalogê, bi hurmet û têgihiştina demokratîk a hevbeş tê avakirin. Ne bi zorê, ne bi gefan, ne jî bi polîtîkayên tunnekirine.Rêya çareserkirina pirsgirêkên me; di zemîna siyasetê ya demokratîk, beşdariya civakî û aqilê hevbeş de mimkun e.Ji ber vê yekê bangewaziya me ji hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên karkeran, tevgerên jinan, ciwanan û civaka navneteweyî re ye:Werin, destên xwe ji bo aştiyê bigihînin hev. Pêşerojeke bi hêvî û bê tirs em bi hev re ava bikin.Jiyaneke wekhev, azad, adil û wekhevîya hemû gelan daxwaza hemû aştîxwaza ye.Partiya DEM, ji bo avakirina pergala demokratîk a ku li vê welatê her kes bi rûmet, nasname, ziman û baweriya xwe bijî, wê têkoşîna xwe bidomîne. 
 
Ji ber ku em bawer dikin ku: "Aştî ne tenê nebûna şer e; aşti destpêka jiyaneke nû, hêvîya pêşerojên azad, xewna hemû cangorîyên azadîyê ne, strana herî xweşe Aşitî.”