Li hember rojnameger Ezgî Soysal êrîş: Bi qesta mirinê êrîş kirin
- 21:48 29 Cotmeh 2025
- Rojane
STENBOL- Rojnameger Ezgî Soysal ya di Can TV de bernameyê çêdike li kolana ku mala wê ya li Ataşehîrê lêbû rastî êrîşa malbatateke 10 kesî ya cîranê wê bû hat. Ezgî Soysal da zanîn ku êrîş bi qesta mirinê pêk hatiye û bi mehane serlêdana wê bê encam maye.
Bernamçêkera Can Tv’yê Ezgî Soysal li Stenbolê li navçeya Ataşehîrê li kolana ku mala wê lêbû jk ialiyê malbateke ku cîranên wê bû ve rastî êrîşê hat. Ezgîn Soysal ji aliyê komele ku 3 mêr, 4 jin û 3 zaork têdebûn ve hat derbkirin. Ezgî Soysal diyar kir ku der barê êrîşkaran de gilî kiriye lê serlêdanên wê bê encam mane.
Her wiha Ezgî Soysal daxuyaikrin ku ji aliê heman malbatê ve ev 3-4 sale tê tehdîdkirin û demên dawî de jî zirar dane wesayîta wê.
Ezgî Soysal wiha got: “Meha çile de sê jinan êrîşê min kirin. Tiliya min şikest. Di meha nîsanê de êrîşê bavê min kirin. Herî dawî di 28’ê cotmehê de ji pişt ve li min xistin. 10 kesî dora min girt. Li serê min û beden amin xistin. Yên derdorê negihiştibana ez ê bimrama. Bi qesta mirinê li min xistin.Kolan bê ewle ne. Mirovên qeyda wan ya sûc hene li kolanan digerin. Rojnameger Hakan Tosun jî rastî êrîşê hat. Ji vê hêzê digirin. Ez çûm qerekolê. Lê tu tiştek nehat kirin. Ez li edaletê digerim.”







