Ji meclîsa jinan atolyeya Hezkirina Zayendî

  • 09:37 21 Mijdar 2025
  • Rojane
 
AMED - Meclîsa Jinan a Şaredariyê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tûndiya Li ser Jinê de atolyeyek bi wate lidar xist.
 
Atolyeya bi navê “Hezkirina Zayendî” ku li avahiya şaredariyê hate lidarxistin û bi tevlêbûneke zêde pêk hat, armanc kir ku di têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê de nêrîneke cuda pêşkêş bike.
 
Atolye ji aliye Gulay Tekîn ve wek moderator bi rê ve bir ku Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan, endamên Meclîsa Jinan û gelek xebatkarên jin ên şaredariyê tevlêbûn.
 
Di atolyeye de rêbazên hişmendiya li ser jinê bi hûrgilî hatin nîqaşkirin. Hêza hevkariya jinan û giringiya têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî tundiyê, hate destnîşankirin.
 
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar di atolyeyê de wiha axivî û got: “Di têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê de hezkirina zayendî û hevkariya jinan hêmanên bingehîn in. Em careke din biryardariya xwe ya belavkirina vê ruh û têkoşînê li her qadên jiyanê nîşan didin.”
 
Atolyeya “Hezkirina Zayendî” ku bi boneya 25’ê Mijdarê hate lidarxistin, di warê xurtbûna jinan û vîna hevpar a li dijî tûndiyê de wekî gaveke girîng hate destnîşan kirin.