Şaredariya Peyasê ‘Meclîsa Ziman’ damezrand
- 13:59 21 Mijdar 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê, Meclîsa Ziman a Şaredariyê bi daxuyaniyekê ragihand û di metna ragihandinê de wiha hat gotin: “Bi vê armancê dê ev sazî bernameyên perwerdehiyê li dar bixe, piştgiriyê bide lihevkirina pirçandî û pirzimanî.”
Şaredariya Peyasê ya navçeya Amedê li avahiya xwe ji bo ragihandina Meclîsa Ziman li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endam û rêveberên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), zimanzan Zana Farqînî, Rêveberê PEN'a Kurd Omer Fîdan û gelek kes beşdarî civînê bûn. Metna daxuyaniyê ya bi zaravayê Kirmanckî Sîdar Yildenîz û ya Kurmancî jî Omer Fîdan xwend.
Beriya xwendina daxuyaniyê Hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku wan di xebatên xwe de salek û nîv li pey xwe hiştiye û got: “Ev saleke li Kurdistanê pêvajoyek hatiye destpêkirin û ev tişt ji bo me gelek bi nirx e. Me bernameyeke dabû pêşiya xwe ji bo zimanê Kurdî. Bi taybetî ji bo jinan hin xebatên me hatine kirin. Em dizanin kedeke mezin li ser zimanê Kurdî tê dayîn. Ji bo xebatên wisa jî keda gelek hevalên me heye û gelek hevalên me di encama van xebatan de şêhîd jî ketine. Em jî weke şaredarî gelek girîngiyê didin zimanê Kurdî. Bi sed salan e li dijî zimanê me gelek polîtîkayên înkarkirinê tên kirin. Qada ziman ji bo me qadeke şoreşgeriyê ye û kedek mezin li vir tê dayîn. Avakirina Meclîsa Ziman jî ji bo me weke sozekî bû.”
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar jî axivî û got: “Meseleya ziman bi tenê li ser sazî û meclîsan nayê birêvebirin. Divê li her qada jiyanê û li kolanan jî xebat bên kirin. Di nava malan de hewceye ku bi taybetî ji bo zimanê xebatên me bên xurtkirin. Avakirina vê meclîsê pirr bi nirx û bi rûmet e. Ji bo vê yekê divê bi lezgînî dest bi xebatan bê kirin. Ziman hebûna me ye divê em zimanê biparêzin. Parastina ziman parastina pêşerojê ye. Parastina ziman parastina gel û ya pêvajoyê ye jî.”
Piştî axaftina hevşaredaran Omer Fîdan metna Kurmancî xwend. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Di çarçoveya hişmendiya şarevaniya xwezaparêz, demokratîk û azadî parêziya jinan a rêveberiyên xwecihî de, Şaredariya Peyasê jî dê di hemû kar û xebatên xwe de li gor taybetiya navçeya xwe û şêniyên vê navçeyê xizmetên xwe bi awayekî pirzimanî pêşkêş bike. Ji bo pêkhatina vê armancê jî, divê çand û zimanên gelên xwecihî yên di nava sînorên Şaredariyê de bên destnîşankirin. Parastin û pêşvebirin ji bo xebatên mîrateya çandî piştgirî bê dayîn. Bi heman zimanan kûrsên xwendin û nivîsandinê bên lidarxistin û proje bên sazkirin. Her wiha avaniya çandî û zimanî ya qada xizmetê ya Şaredariyê bê parastin. Mafên welatiyan ên zimanî li ber çavan bên girtin, ku ev maf ji bo mirovan mafên bingehîn in û di hemû peymanên navneteweyî û danezanên mafên mirovan de jî cih girtine. Ji bo jiyana mirovan a asayî bivênevê ne. Ji bo ku ev maf bên parastin an jî bi awayekî hêsan bên bikaranîn. Pêdivî bi xebatên curbicur ên têkildarî ziman, zarava û devokên xwecihî çêdibe. Ji ber van sedeman, ji bo ku xizmetên Şaredariyê yên civakî, çandî û kargêriyê bigihîjin derdoreke firehtir. Şêniyên navçeyê bikaribin bi awayekî pirzimanî xwe bigihînin derfetên şarevaniyê. Mafên xwe yên şarevaniyê bi kar bînin pêdivî bi navendekê û sazîbûyînekê çêbû.
Ev sazîbûyîn dê bike ku potansiyela çandî û zimanî ya Şaredariyê baştir derkeve holê. Ji bo pêşkêşkirina xizmetên pirzimanî di nava yekîneyên şaredariyê de têkilî û hevahengî pêk bê û sûd ji xebatên hev bê wergirtin jî dîsa pêdivî pê heye. Heman sazî hem wê bi pêşniyazên xwe piştgiriyê bide pêvajoya diyarkirina polîtîkayan û amadekirina bernameyên têkildar hem jî dê bi awayekî çalak beşdarî pêkanîna wan polîtîka û bernameyan bibe. Bi vê armancê dê ev sazî bernameyên perwerdehiyê li dar bixe. Piştgiriyê bide lihevkirina pirçandî û pirzimanî. Bi heman awayî, ji bo ku xebatkarên Şaredariyê bikaribin xizmetên pirzimanî pêşkêş bikin jî dê kûrs û kargeh bên lidarxistin. Heman sazî dê bike ku bi sazî û dezgehên ku di heman qadê de dixebitin re têkilî bên danîn. Hevkarî bên kirin û ji xebatên zanistî yên zimanî û çandî yên ku di vê qadê de hatine kirin sûd bê wergirtin.
Ji ber sedem û pêdiviyên ku li jorê hatin diyarkirin, me Meclîsa Ziman a Şaredariya Peyasê saz kir. Wek kesên ku di vê pêkhateyê de cih digirin, daxwaza me ew e ku li gor van pêdiviyan derfetên xebatê bên çêkirin. Rê li van xebatan bê vekirin û ji bo pêkanîna van armancan hewl bê dayîn.”







