Komîsyona Meclisê bi rojeva Îmraliyê civiya
- 14:48 21 Mijdar 2025
- Rojane
ENQERE - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê, bi rojeva serdana Îmraliyê civiya.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de hat demazirandin, dest bi civîna xwe ya 18’emîn kir. Di civîna ku bi seroktiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ve hat lidarxistin dê xebatên komîsyonê û serdana Îmraliyê bê gotûbêjkirin. Piştî gotûbêjê dê serdana Îmraliyê dengdayînê bê kirin.
Herwiha komîsyonê piştî guhdarîkirinan dê civîna xwe ya yekemîn pêk bîne.
CHP dê neçe Îmraliyê
CHP ku tev li civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê bû, biryar da ku di serdana Îmraliyê de cih negire.
Ji MHP'ê Fetî Yildiz diçe
Li ser navê MHP’ê dê Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, biçe Îmraliyê
AKP ku bi rojeva serdana Îmraliyê duh civiya, ragihand ku dê Tifaqa Cumhur dengê erênî bide.







