Welatiya Bahayî Periya Merendiz hat girtin
- 15:47 23 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiya Bahayî Periya Merendiz ku li Tahranê dijî, hat girtin û wê şandin Girtîgeha Evînê.
Roja 21’ê Mijdarê, welatiya Bahayî Periya Merendiz ku li Tahranê dijî ji ber sûcên ‘Di şerê 12 rojan de li dijî rejîma komara Îslamî ya Îranê xebatên propagandayê’ û ‘xebatên propagandaya bi armanca destekdayîn û bihêzkirina rejîma Îsraîlê’ sê sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, wê girtin û birin Girtîgeha Evînê.
Danişîna Periya Merendiz, di 31’ê Îlonê de hatibû dîtin. Di danişînê de ji aliyê Şaxa 23’an a Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve sê sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Her wiha du salan xebatên wê yên di medyaya dîjîtal de jî hatin qedexekirin.
Berê jî hatibû binçavkirin
Di 27’ê Hezîrana îsal de hêzên ewlehiyê bi ser mala Periya Merendiz de girtibûn û wê binçav kiribûn. Di dema binçavkirinê de mala wê lêgerîn kirin û hêzên ewlehiyê dest danîn ser alavên wê û malbata wê yên şexsî, pirtûk, wêne, telefon û kompîtorê. Danaşîna wê di 25’ê Tebaxê de li Şaxa 3’yemîn a lêpirsinê ya Dozgeriya Şoreşê û giştî ya herêma 33’an a Tehranê hat dîtin. Bi kefaleta 3 milyar û 500 milyon tumen hatibû berdan.
Periya Merendiz di navbera 30’yê Hezîran û 10 û 22’ê Tîrmehê de ji aliyê Wezareta Îstîxbaratê ve bangî wê hatibû kirin û her carê çend saetan hatibû lêpirsînkirin.







