ROJEVA 19'Ê SIBATA 2026'AN
- 09:00 19 Sibat 2026
- Rojev
*Sûzan Vejan Tatli têkildarî 21'ê Sibatê da zanîn ew hêvî dikin ev roj bibe sedema azadiya hemû zimanên li cîhanê û got:"Ziman pergaleke zindî ye. Ger bê qalkirin xwe pêş dibe. Ger zindî bimîne wê xwe bigihîne nifşên nû. Divê bibe zimanê perwerdeyê û bi awayekî fermî bikaribe li her qadê pê bê axaftin. Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu." DÎMEN HEYE
*Gulşen Canan da zanîn ku jin cureyên tundiyê pênase nakin û ev tundî ji aliyê serdestiya mêr ve tên rewakirin û got: “Piranî serlêdanên tên kirin di temenê zarokatiyê de di navbera temenê 16-17’an de tên kirin. Temenê 25 kesên serlêdan kirine di navbera 15-35’an de diguhere. Em bi kesên di temenê biçûk de bi tundiyê re tên rû hev dixebitin.” DÎMEN HEYE
*Rêvebera CUDÎ-DER’ê Evîn Kulja balkişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê dayikê û got: “Divê ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn.”DÎMEN HEYE
*Edlê Bekir ya bi gotina ‘Em ji mirinê mezintirin’ di bîra mirovan de cih girt, diyar kir ku krîza li Kobanê didome û wiha anî ziman: “Xwedî li Kobanê derkevin. Her roj krîza mirovî giran dibe. Divê korîdor û deriyên sînor bên vekirin.” DÎMEN HEYE
*Kampanyaya alîkariyê ya ku ji hêla Platforma Tenduristiyê ya Amed û Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amed ve hatiye destpêkirin berdewam dike. Endama Platformê Yıldız Ok Orak diyar kir ku li Kobana dorpêçkirî gihîştina xizmetên tenduristiyê yên bingehîn, ji diyalîzê bigire heya lênêrîna giran, rawestiyaye û xwest ku Deriyê Sînor ê Murşitpınarê were vekirin û korîdorek tenduristiyê were avakirin. DÎMEN HEYE







