Dayika Aştiyê Hatun Aslan ji aliyê jinan ve hate veşartin

  • 14:41 16 Cotmeh 2026
  • Rojane
AMED - Dayika Aştiyê Hatun Aslan, ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, li ser milên jinan ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve hate şandin.
 
Dayika Aştiyê Hatun Aslan duh şev ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê, ku ji aliyê jinan ve hate hilgirtin, li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê hate veşartin. Malbata Hatun Aslan, Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, hevşaredarên şaredariyên Rezan û Yenîşehîrê û nûnerên gelek sazî û rêxistinan beşdarî merasîma cenaze bûn.
 
Jinên ku li vir axivîn diyar kirin ku Hatun Aslan bi salan tevî hemû astengî û zilmê têkoşîna xwe ya azadiyê domandiye û gotin, "Dayika Hatun dayika hemû şehîdan e."
 
Piştî merasîma cenaze, li Mala Şînê ya Odabaşi Bal ji bo Hatun Aslan şîn hat danîn.
 
Şîn dê sê rojan bidome.