Di doza Ejegul Ovezova de biryara lêkolîna cihê bûyerê
- 14:41 16 Cotmeh 2026
- Hiqûq
AMED - Di rûniştina şeşemîn a doza derbarê mirina gumanbar a Ejegul Ovezova de, dadgehê biryar da ku îfadeya Esra Tokyaz a xwişka Ayşe Tokyaz ku ji aliyê sûcdar Cemîl Koç ve hatibû kuştin bê girtin û bi kesê pispor re li cihê bûyerê lêkolîn bê kirin.
Rûniştina şeşemîn a doza ku piştî mirina gumanbar a Ejegul Ovezova ku di 24'ê Tîrmeha 2023'an de ji qata 8'emîn a apartmanekê li navçeya Rezan a Amedê bi awayê bi gûman ket xwarê û jiyana xwe ji dest da li Dadgeha Cezayê Giran a 6'emî a Amedê hat lidarxistin. Sûcdar, Cemîl Koç ku berê polîs bû û niha di girtîgehê de ye û bi "kuştina bi zanebûn a jinekê" tê tawanbarkirin bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Vîdyoyê (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû. Di heman demê de parêzerê wî li dadgehê amade bû. Her wiha parêzer Dicle Gencan ku nûnertiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amed dike û parêzer Şeyhmus Erdogan,ku nûnertiya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî dike jî li rûniştinê amade bûn.
Di dema rûniştinê de, birayê sûcdar, Cihan Koç, wekî şahid îfade da û îdia kir ku birayê wî piştî bûyerê gazî wî kiriye û dema ku gihîştiye cihê bûyerê, wî Ejegul Ovezova li erdê bêliv dîtiye.
Daxwaza berdewamiya girtinê
Piştre, dozgeriyê nerîna xwe pêşkêş kir û xwest ku sûcdar di girtîgehê de bimîne.
Cemîl Koç, xwest ku raporek pisporan derbarê awayê ketina Ejegul Ovezova de were amadekirin.
Parêzer Dicle Gencan jî xwest ku Esra Tokyaz xwişka Ayşe Tokyaz ku ji hêla Cemîl Koç ve hate kuştin wekî şahid were guhdarîkirin.
Ejegül Ovezova'nın şüpheli ölümüne ilişkin davanın 6’ncı duruşmasında, Cemil Koç’un katlettiği Ayşe Tokyaz’ın kardeşi Esra Tokyaz’ın tanık olarak dinlenmesine ve mahkeme heyetinin bilirkişiyle birlikte olay yerinde keşif yapmasına karar verildi.
Dê li cihê bûyerê lêkolîn bê kirin
Heyeta dadgehê biryar da ku Esra Tokyaz wekî şahid were guhdarîkirin, rapora pispor a têkildarî materyalên dîjîtal ên Ejegul Ovezovayê ji parêzeran re were şandin û ji bo lêkolîna teknîkî ya şert û mercên ku bûyer tê de pêk hatiye, bi beşdariya pisporan lêkolînek li cihê bûyerê were kirin. Her wiha dadgehê biryar da ku tawanbar di girtîgehê de bimîne û danişîn taloqî 18'ê Sibatê kir.







