ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2026'AN
- 09:00 26 Cotmeh 2026
- Rojev
* Li Rihayê gelê ku ji bo dan û standinê derketin, behsa bandora krîza aborî kirin û wiha gotin: “Em di pêvajoya wisa de ne ku zikê me têr nabe. Ji bo çareseriya krîza aborî divê hinek tişt biguherin, nû bibin.” BI DÎMEN
* Axîn Jiyan ku tevli gerîla bû salek 8 meh şûnde di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Axîn Jiyan wiha got: “Em bi têkoşîna keça xwe serbilind in. Ji bo xwîna zarokên me li erdê nemîne em dixwazin ku aştî erênî encam bibe. BI DÎMEN
* Emîne Al binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û surgunkirina keça wê ya girtîgeheke din wiha vegot: “Divê ev qedexeyên li girtîgehan bi dawî bin. Gotin wê girtî bên berdan. Ka kengê wê derkevin? Ka aştî li ku derê ye?” BI DÎMEN
* Jinên TJA’yê diyar kirin ku ji bo muzakere bidome û ji bo azadiya gelan divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û gotin: “Azadiya Abdullah Ocalan tê wateya azadiya hemû civakê.” BI DÎMEN







