‘Qedexeyên li girtîgehan fikarên me zêde dike’
- 09:04 26 Cotmeh 2026
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Emîne Al binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û surgunkirina keça wê ya girtîgeheke din wiha vegot: “Divê ev qedexeyên li girtîgehan bi dawî bin. Gotin wê girtî bên berdan. Ka kengê wê derkevin? Ka aştî li ku derê ye?”
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin zêde dibin û ev rewş ne tenê girtiyan bandorek mezin li ser malbatan jî dike. Surgun, astengkirina hevdîtinan, qedexeya cil û berg û hewcedariyên esas, pirsgirêkên ku girtiyên nexweş dijîn şertên li girîgehan girantir dike. Malbatên girtiyan jî ji ber van zext û qedexeyan fikarên wan zêde dibin û dixwazin ev binpêkirin bidawî bin, girtî bên berdan.
Yek ji girtiyên ku van pirsgirêkan dijî Gulîstan Al ya li girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê dimîne û malbata wê ye. Gulîstan Al ku li Meletiyê li Zanîngeha Înonu dixwend hat girtin û 4 mehan li girtîgeha Meletiyê ma. Piştre hat berdan û di 2016’an de carek din hat girtin û di 2017’an de ji sûcê ‘yekitiya dewletê xerakirin’ cezayê muebeta giran lê hat birîn. Vê pêvajoyê de surgunê gelek girtîgehan hat kirin û gelek binpêkirinên mafan jiya.
Dayika Gulîstan Al, Emîne Al da zanîn ku ew ji rewşa keça xwe û hevalên wê bi fikar in û got tevî pêvajoyê binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin.
Gulîstanê ku amadekariyên 8’ê Adarê dikir hat surgunkirin
Emîne Al da zanîn ku keça wê bi hinceta ku amadekariyên 8’ê Adarê kiriye nîvê şevê surgunê Kayseriyê hatiye kirin û got: “Çend sal berê ji ber amadekariya 8’ê Adarê hat surgunkirin. Keça min ji nav hevalê wê girtin û surgunê Kayseriyê kirin. Keça min bi zorê birin. Du roj şûnde agahî dan me.”
‘Bi surgunan malbatan jî ceza dikin’
Emîne Al anî ziman ku ji ber keça wê hatiye surgunkirin salê du caran dikarin biçin hevdîtinê û got: “Kayserî ji me pir dûr e. Em di çûyîn û hatinê de pirsgirêkan dijîn. Wek dê û bavê wê em salê du caran dikarin biçin. Li girtîgehan zilmê li girtiyan dikin. Em jî li derve zilmê dibînin. Dixwazin malbatên girtiyan jî ceza bikin. Ez dixwazim keça xwe her meh bibînim lê nikarim. Pirsgirêkên min yên tenduristiyê hene.”
‘Ji bo keça xwe derî bi derî geriyam’
Emîne Al her wiha daxuyakirin ku keça wê ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û li hemû girtîgehan bi binpêkirinên mafan yên giran re hatiye rû hev. Emîne Al wiha domand: “Keça min berê li Osmaniyê dima. Binpêkirinên mafan yên cidî dihatin jiyîn. Li wir zilm li girtiyan dikirin. Li wir ji wan re digotin ‘em terorîstan qebûl nakin’. Gulîstan bi çend hevalên xwe re li wir bû. Rêveberiyê ew bi mirinê tehdîd dikirin. Ez li ser vê çûm gelek cihî û min got wê keça min bikujin. Di encama hewldanên min de ji wir derxistin.”
‘Lihêf, cil û berg hatin qedexekirin’
Emîne Al di bgerdewamiyê de balkişand ser qedexeyên ku li girtîgehan zêde bûne û wiha dirêjî dayê: “Bi hatina midûrê nû re zext û qedexe zêde bûne. Midûrekî nû hat. Qedexeyên nû kiriye jiyanê. Pirsgirêk zêde bûn. Lihêf û cil û bergên qalind nadin girtiyan. Girtîgeh sar e, girtî dicemidin. Fikarên me zêde dibin.”
‘Ka aştî li ku derê ye?’
Emîne Al di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dewlet van binpêkirinan ji nedîtîve tê û got: “Divê ewil serokê me Abdullah Ocalan bê berdan. Piştre jî divê zarokên me bên berdan. Zarokên me bêyî sûc hatin girtin. Ka aştî, gotin aştî wê bê, ka li ku derê ye?Gotin wê zarokên we vegerin malên xwe ka wê vegeriyabana? Ev zilm çima hîna didome?”







