Mûsa Orhan ji sûcê 'teşwîqkirina xwekuştin' beraat kir

  • 08:57 26 Cotmeh 2026
  • Rojane
ÊLIH - Çawişê pispor ê berê Mûsa Orhan ku ji ber "destavêtinê" ya li hemberî Îpek Er beriya niha bi 10 salan hat cezakirin, vê carê jî di doza bi sûcdariya "teşwîqkirina xwekuştinê" beraat kir.
 
Di doza Îpek Er de ku piştî êrişa destavêtinê jiyana xwe ji dest da, biryareke nû hate dayin. Çawişê pispor ê berê Mûusa Orhan ku beriya niha ji ber sûcê "êrişa destavêtinê" hate mehkûmkirin, vê carê di darizandina ji ber sûcê "zext-hewldana xwekuştinê" de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 1'emîn a li Êlihê beraat kir.
 
Dadgehê di biryara xwe ya 22'yê Cotmeha 2026'an de ragihand ku ji bilî gumanê delîleke şênber nehatiye dîtin ku Mûsa Orhan berê Îpek Er daye xwekuştinê, yan jî teşwîq kiriye yan jî biryara xwekuştinê xurt kiriye.
 
Ji ber nameya ku Îpek Er li pey xwe hişt, beyanên şahidan, gotinên ku ji xebatkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê re got û mehkûmetiya têkildarî êrişa destavêtinê ya der barê Mûsa Orhan de hate dayin, vê biryarê bal kişand. Dadgehê hikumet da ku ev delîl têrê nake ku sûcê 'teşwîqa ji bo xwekuştinê' ispat bike.
 
Îpek Er 7'ê Tîrmeha 2020'î serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê da û giliyê çawişê pispor Mûsa Orhan ê li Beşîrî kir. Îpek Er diyar kir ku Mûsa Orhan dest avêt wê û li ser vê yekê lêpirsîn hate destpêkirin.
 
Er di 16'ê Tîrmeha 2020'î de nameyek li pey xwe hişt û li mala xwe hewl da bi tivinga nêçirê dawî li jiyana xwe bîne. Di nameyê de qalê kir ku Mûsa Orhan dest avêtiye wê.
 
Îpek Er ku bi birîneke giran rakirin nexweşxaneyê, piştî 34 salên dermankirinê 18'ê Tebaxa 2020'î jiyana xwe ji dest da.
 
Mûsa Orhan 16'ê Tîrmeha 2020'î hate binçavkirin û ji wezîfeyê hate dûrxistin. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hate berdan.
 
Piştî ku Îpek Er jiyana xwe ji dest da, li nava raya giştî nerazîbûn mezin bû û li ser vê yekê Mûsa Orhan 19'ê Tebaxa 2020'î hat egirtin. Piştî bi hefteyekê li ser îtiraza parêzerê wî ji bo bi rengekî negirtî bê darizandin hate berdan.
 
Berdana Mûsa Orhan bû sedema nerazîbûna rêxistinên jinan û nerazîbûneke zêde ya li ser medya dîjîtal. Piştî lêpirsîna têkildarî êrişa destavêtinê Orhan ji Fermandariya Giştî ya Jendermeyan ahte avêtin.
 
Têkildarî Mûsa Orhan ji ber sûcê "êrişa destavêtinê" ya li dijî Îpek Er li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Sêrtê doz hate vekirin.
 
Di rûniştina destpêkê de ku herî kêm 12 sal cezayê girtîgehê dihate xwestin, biryar hate dayin ku Orhan bêyî girtî bê darizandin. Daxwaza girtinê ya malbata Îpek Er û parêzeran hate redkirin.
 
Dadgehê di Kanûna 2021'ê de ji sûcê "êrişa destavêtinê" 12 sal cezayê girtîgehê li Orhan birî. Ceza ji bo 10 salan hate kêmkirin.
 
Dadgehê girtina Orhan red kir û biryar da ku derketine derveyî welat lê bê qedexekirin.